Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Îranê Qalibaf Wek Serokê Nû Hilbijart


Parlamana Îranê îro Pêncşemê fermandarê berê yê hêzên esmanî yên Sipayê Pasdaran, Mihemed Baqir Qalibaf, jibo salekê wek serokê parlamana bin kontrola tundrêyan hilbijart.

Reutersê ji zarê televîzyona dewleta Îranê ragihand ku ji 264 parlamenteran, 230 kes deng dane Qalibaf.

Navê Qalibaf di şerê Îraqê de derketibû pêş û bûbû xweştewîyê rêberê olî Ayetullah Alî Xamaneyî û rêya wî xweş kiribû ku bibe serokê parlamanê.

Qalibaf, ku şaredarê berê yê Tehranê ye, du caran di hilbijartina serokkomarîyê de serfiraz nebû û cara sêyan mecbûr ma ku dawî li berbijarîya xwe bîne ku dengên tundrê parçe neke.

Wî jîyana xwe ya sîyasî bi serokbûna parlamanê ve jinûve zindî kir.

XS
SM
MD
LG