Berdevikê wezareta derve yê Îranê Seîd Xetîbzade îro Duşemê di presskonferanseke de piştrast kir ku Emîrê Qatarê wê di demek nêz de serdana Îranê bike.
"Serdana Emîrê Qatarê ya Tehranê ser mijarên dualî, herêmî û navneteweyî di rojevê de ye. Piştî vê serdanê serokomarê Îranê wê biçe welatekî Kendavê," Xetîbzade ragihand.
Reutersê roja Yekşemê ji zarê jêderekî ragihand ku Emîr Şêx Temîm bîn Hemed El-Thenî wê serdana Îranê bike, berî ku ew bo gotûbêjkirina hewlên ser vejandina peymana navokî ya 2015'an ya bi Îranê re here Almanya, Brîtanya û welatên din yên Ewrupa.
Heman jêderî da zanîn ku gera emîrê Qatarê armanc dike ku alîyên peymana navokî ya bi Îranê re bîne bingeheke nû.
Emîrê Qatarê herî dawî di Rêbendana 2020'an de jibo kêmkirina alozîya di navbera Tehran û Washingtonê serdana Îranê kiribû.
Di navbera her du welatan alozîyeke tund rû dabû; piştî serfermandarê Nobedarên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî ji hêla Amerîka ve, di 3'ê Rêbendana 2020'an de li nêzî firokexaneya Bexdayê di êrîşeke dronî de hatibû kuştin.
Medya fermî ya Îranê jî ragihand ku di serdana Emîrê Qatarê wê çend peymanên dualî werin şopandin, yên ku di serdana serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de li Dohayê di meha Sibatê de hatibûn îmza kirin.