Televîzyona dewleta Îranê îro Şemîyê ragihand ku rojnamevanê rexnegir Ruhollah Zam hatîye darvekirin.
Rojnemavan Zam, bi tawanên kiryarên wî yên di xwepêşandanên dijî hikûmetê yên di 2017'an de bi cezaya darvekirinê hatibû mahkumkirin.
Zam, piştî bi salan li sirgûniyê li Fransa jîyan kir, di sala 2019'an de hatibû girtin.
Televîzyona dewletê got,“Rêvebirê tora Amadnewsê yê dij-şoreşger, vê sibehê hate darvekirin,”
Ruhollah Zam edîtorê tora nûçeyan ya bi navê Amadnews bû û zêdetirî yek mîlyon şopînerên malpera wî hebûn.
Tora Amadnews ya Zam jiber îdiayên ku şîdetê teşwîq kirîye di sala 2018'an de ji hêla servîsa peyamnêr Telegram ve hate rawestandin, lê paşê dîsa bi navek din derket holê.
Îranê dîyar kir ku Dadgeha Bilind roja Sêşemê cezayê mirinê yê Zam pejirand.
Fransa û rêxistinên mafên mirovan biryara Dadgeha Bilind şermezar kiribû.
Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) darvekirina Ruhollah Zam şermezar kir.
"RSF ji vî sûcê nû yê dadmendîya Îranê gelek bi hêrs in û rêberê olî Ayetullah Alî Xamaneyî wek berpirsê vê darvekirinê dibîne," komê li ser Twitter got.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi daxuyanîyekê dîyar kir ku ew ji ber vê çalakîyê matmayî û bi xof bûye.
Rexistinê got:
"Em, tevî welatên endamê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û YE bang li civaka navneteweyî dikin ku bi lezgînî gav bavêjin ku ser karbidestên Îranê zextan bikin da ku karanîna cezayê îdamê wekî çekek zordestiya siyasî rawestînin."
Kurê melayekî Shiî’î yê alîgirê reformxwazan, Zam ji Îranê reviya bû û li Fransa mafê penaberîyê wergirtibû .
Hêza Qudsê ya Nobedarên Şoreşê (Sipahê Pasdaran) ya Komara Îslamî ya Îranî, di Cotmeha 2019'an de ragîhandibû, rojnamevan Zam di operasyoneke zor ya bi karanîna xapandinê îstîxbaratê hatîye girtin. Lê, ranegîhandibû ka operasyon li ku derê pêk hatîye.
Nour News, ajansek nûçeyan ya nêzîkê Hêza Qudsê, hefteya borî gotibû ku Zam, piştî ku ew di Îlona 2019'an de çûye Îraqê ji alîyê ajanên Nobedarên Şoreşê ve hatîye desteser kirin û wî anîne Îranê.
Karbidestên Îranî, jiber serhildana 2017 'an ku wek xwepêşandanên herêmî yên bi sedema astengîyên aborî yên li welat dest pê kiribû, Amerîka, Erebîstana Saudî û dijberên hikûmetê yên ku li sirgûnê dijîn bi gurkirina nerazîbûnan tawanbar dike.
Hevdem, karbidestan ragihandibû ku di dema xwepêşandan de 21 kes hatin kuştin û bi hezaran hatin girtin.
Ev protestoyên girseyî di nav serhildanên herî mezin û xirabtirîn ya rewşa Îranê ya salan dîtîye de bû, û piştre sala borî dijî zêdebûna bihayê benzînê protestoyên hêj kujer pêk hat.