Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Wê bi Sedema Sîxurîyê 10 Sal Cezayê Zindanê ji Jineke Îranî re Birî


Ayetullah Alî Xameneyî
Ayetullah Alî Xameneyî

Berdevikê dadwerî yê Îranê Xulamhuseynî Îsmailî îro Duşemê ragihand ku ji jineke Îranî re, bi sedema sîxurîya ji Brîtanya re 10 sal cezayê zindanê hat birîn.

“Jineke Îranî ku di Civata Brîtanî (British Council) de berpirsa beşa maseya Îranê bû û hevkarî bi îstixbarata Brîtanî dikir, bi 10 sal cezayê zindanê hate mehkum kirin, piştî ku wê sucê xwe îtîraf kir, Îsmailî di televîzyona dewletê de got.

Wî îdia kir ku jina cezakirî berpirsa projeyên “bandorkirina çandî” li Îranê bû.

Îsmailî nasnameya wê jinê eşkere nekir, lê got ku ew di dema xwendekarîya xwe de ji hêla Civata Brîtanî ve wek sîxur hatiye wergirtin.

Reutersê ragihand ku Wezareta Derve yê Brîtanî daxwaza şîroveya cezakirina jina qalkirî bê bersîv hêla.

Hêjayî balkişandinê ye ku hejmara Îranîyên ku bi hecêta sîxurîyê zêde bûye, piştî ku rêberê ruhanî Ayetullah Alî Xameneyî sala borî gotibû ku sîxurên Rojavayî hewil didin ku xwe li hindurê welêt belav bikin.

XS
SM
MD
LG