Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Ew bi Dîyaloga bi Erebistana Saudî re Amade Ye


Seîd Xetîbzade, berdevkê wezareta karên derve yê Îranê îro Duşemê got ku Tehran her gav pêşwazîya dîyaloga bi Erebistana Saudî re dike.

Xetîbzade di preskonferansa heftane ya wezareta xwe de li ser mijarê axifî.

" Ya girîng ev e ku Komara Îslamî ya Îranê hertim pêşwazîya dîyaloga bi Qralîyeta Erebistana Saudî dike û wê bo berjewendîya gelên du welatan û her weha aştî û aramî li heremê wek xaleke girîng dinîrxîne."

Lê, Xetîbzade nûçeya danûstandinên rasterast yên di navbera her du welatên hevrik ku yên di vê mehê de, ne piştrast, ne jî red kir.

"Me di derbarê danûstandinên di navbera Îran û Erebistana Saudî de nûçeyên medyayê dîtine tevî ku carna gotinên karbidestan xelat hatibû ragihandin jî, " wî got.

Karbidestekî payebilind yê Îranî û du jêderên herêmî ji Reuters re gotibû ku karbidestên Saudî û Îranî bo vejandina peymana navokî ya 2015'an ya bi Tehranê re û hevdem bidawîkirina şerê Yemenê, li Îraqê danûstandin pêk anîne.

Karbidestên Saudî bersîva Reuters ya bo şîroveya ser danûstandinan nedaye.

Yek ji wan jêderan da zanîn ku civîn, ji alîyê serokwezîrê Îraqê yê ku serê vê mehê de seredana Erebistana Saudî kir, hatiye darxistin û di civînê de ser bidawîkirina şerê li Yemenê hatiye sekinandin.

Li Yemenê, hevpeymanek leşkerî ya bi rêberîya Rîyadê dîjî Tevgera Hûsîyên ku Îran piştgirîyê dike, şer dike.

Hêza Sunnî, Erebistana Saudî dijî peymana navokî ya navneteweyî ya bi Îranê bû jiber ku hemberî bernameya mûşekên Tehranê û tevgerên herêmî re tekoşîn nake.

Her du welatan di 2016'an de peywendîyên dîplomatîk qut kirin û jibo xurtkirina bandorên xwe, tevlî gelek şerên wekaletî yên li herêmê bûn.

Rêvebirîya serok Joe Biden jî bo agirbestek li Yemenê ya ku Neteweyên Yekbûyî (NY) wekî krîza mirovahî ya herî mezin a cîhanê bi nav dike, givaştinan dike.

XS
SM
MD
LG