Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje di Danûstandinên bi Erebistana Saudî de Pêşketin Hene


Iran Saudi Arabia Flag
Iran Saudi Arabia Flag

Îranê îro Sêşemê ragihand ku di danûstandinên bi Erebîstana Saudî re de pêşketineke baş çêbûye.

Berdevikê hikûmeta Îranê Alî Rabîeyî got ku hin mijarên kêşebar yên dijwar mane ku çareserkirina wan hewceyî pirtir dem e.

Rabîeyî di preskonferansekê de got ku di wan gotûbêjan de pêşveçûnek baş derket. Di hin rewşan de dibe ku mijarên bi pirsgirêk hineke dijwartir di demeke dirêjtir de dikarin werin çareser kirin."

Erebistana Saudî û hin welatên Kendavê givaştinan ser Îranê dikin, jiber ku Tehran piştgirîya alîyê hevrîk yê di pevçûnên li herêmê dike.

Dîsa, bernameya navokî ya Îranê jî sedemeke serekî ya pirsgirêkan navbera her du alîyan e.

Lê, Tehran dibêje ku programa wê ya navokî û piştgirîya wê ya bo komên çekdar jibo armancên aştîyane ne.

Îran rexne li welatên Erebî yên Kendavê dike ku bi dijminê Tehranê yê dûr û dirêj Washingtonê re xwedîyê peywendîyên xurt in.

Tehran herwiha hin dewletên herêmî jî rexne dike ku têkilîyên xwe bi Îsraîl re normal dikin.

Erebistana Saudî û Îranê bi armanca çareserîya pirsgirêkên di navbera xwe de, di Nîsanê de dest bi danûstandinên rasterast kiribûn.

XS
SM
MD
LG