Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Press TV: Îran Sivikkirina 'Gav bi Gav' ya Toleyan Red Dike


Ala Îranê
Ala Îranê

Televîzyona dewleta Îranê Press TV îro Şemîyê ragihand ku Hikûmeta Îranê dixwaze ku Amerîka tevahîya toleyên ser welêt rake û ew sivikkirina "gav-bi-gav" ya toleyan red dikin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Seîd Xetîbzade îro Şemîyê da zanîn ku Tehran dijî gav bi gav sivikkirina toleyan e.

" Ti planek gav bi gav nayê nirxandin. Sîyaseta diyarker ya Komara Îslamî ya Îranê rakirina tevahîya toleyên Amerîkî ye, " Xetîbzade got.

Amerîka û Îranê roja Înîyê dîyar kir ku ewê ji hefteya bê ve li Vienna, bi armanca vejandina peymana navokî ya 2015'an ya di navbera Tehran û hêzên cîhanî de, dest bi danûstandinên nerasterast bikin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîka got ku di danûstandinên li Vienna de, ewê li ser gavên navokî yên ku pêwîste ku Îran bavêje bisekinin, da ku jinûve vegera vê peymanê, pêk were.

Karbidestekî payebilind bi Yekîtîya Ewrupa re, berpirsê danûstandinên nava her du welatan li ser mijarê axifî.

Wî bal kişand ku armanca danûstandinên li paytexta Avusturya, di nav du mehan de gihîştîna lihevhatinekê ye.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump sê sal berê Washington ji peymanê vekişandibû. Li gor peymana navokî, Tehranê pejirandibû ku di berdêla bidawîkirina toleyên navneteweyî bernameya xwe ya navokî bide rawestandin.

Piştî rêvebirîya Trump ji peymanê vekişîbû, Amerîka dijî Îranê jinûve tole ragihandibûn û Tehranê jî qonax bi qonax dest bi binpêkirina peymanê kiribû.

Tehran dibêje jibo ew bernameya xwe ya navokî bi şûnde vegerînin divê pêşî Washington toleyên li ser hatîne danîn rake.

Joe Biden dixwaze peymanê jinûve zindî bike lê Washington û Tehran li ser kî divê gava yekê bavêje, lihev nakin.

Îran, Çîn, Rûsya, Fransa, Almanya û Brîtanya - hemî alîyên peymana navokî ya 2015'an - roja Înîyê danûstandinên onlaynî pêk anîn da ku îhtîmala vegera Amerîka ya peymanê gotûbêj bikin.


XS
SM
MD
LG