Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 11 Şerîketên Têkiliya Wan bi Petrokîmyayên Îranê re Heye Siza Dide


Washington-Wezareta Xezîna Amerîka îro Pêncşemê di daxuyaniyekê da ragihand ku Welatên Yekgirtî yên Amerîka siza danîne ser hejmarek şerîketên ku têkilya wan bi veguhastina yan jî firotina madên petrokîmyayî heye yên bi Îranê re.

Amerîka wan şerîketan bi firotin yan veguhastina madên têkildarî petrokîmayên Îranê re, tawanbar dike.

Daxuyaniya wezareta Xezîna Amerîka dibêje, şerîketên hatine sizadan 6 şerîketin, bingehên wan li Îran, Mîrgehên Arabî yên Yekgirtî û Çînê ne.

Jiber ku van şerîkan bazar bi şerîketa "Triliance Petrochemical Co. Ltd" re heye ku navê wê ketîye di "Lîsta Reş" ya Washingtonê da, yên ku têkildarî wê şerîketê bûne hatine sizadan.

Herweha Wezareta derve ya Amerîka di daxuyaniyekê da ragihand ku di biryareke cûda da, wan 5 şerîketên din siza dane "jiber ku wan beşdarî û pêzanîn hebûn yên kirîn û firotin û birina bazar ya berhemên Petrol û petrokîmyaya Îranê re hebûn." herwiha 3 karmendên şerîkan jî xistine di nava sizayan da.

Derbar sizayên nû Wezîrê Xezîna Amerîkî Steven Mnuchin got "Rejîma Îranê dahatên firotina petrokîmyayan, bikar tîne jibo ku terorê fînanse bike û nerihetîyê di ajnadiya derve da çê bike."

Heta niha rêvebriya serok Trump ya rijde ku wan kes û aliyna siza bide yên ku dixwazin Îranê ji sizayên Amerîka rizgar bikin, bi rêya rêxweş kirina firotina berhemên petrol û petrokîmyayî yên Îranê li bazarên cîhanê.

XS
SM
MD
LG