Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Bo Siyaseta "Dostane" bi Welatên Ciran re Bangê Talîbanê Dike


Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyîn Amir - Abdollahian
Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyîn Amir - Abdollahian

Îranê roja Çarşemê bi şeş welatên cîran yên Afganistanê re, jibo destnîşankirina "nexşerêyeke" piştî desthilatdarîya Talîbanê, li Tehranê civîneke darxist.

Wezîrên karên derve yên Pakistan, Ozbekistan, Tacîkistan û Turkmenistanê bo civînê çûn Tehranê û her wiha yên Çîn û Rûsyayê jî bi onlaynî beşdar bûn.

Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyîn Amir - Abdollahian di civînê de bang li Talîbanê kir ku nêzîkatîyeke "dostane", pêk bîne.

Amir - Abdollahian dîyar kir ku "pêwîst e ku Talîban li hember cîranên xwe nêzîkatîyeke dostane nîşan bide .

Wî destnîşan kir ku divê Talîban pîvanên pêwîst bigire da ku wan bide bawer kirin ku ji Afganîstanê dijî cîranên wê tehdît tuneye.

"Ez hêvî dikim ku em bikaribin wêneyek zelaltir yên rastîyên Afganîstanê, û hêvîyên welatên cîran yên ku herî zêde ji geşedanên li wî welatî bandor bûne, xêz bikin û nexşerêyek ava bikin," Amir - Abdollahian got.

Hevdem, wî da zanîn ku Komara Îslamî ya Îranê li ser avakirina hikûmeteke berfireh bi amadebûn û beşdarîya bi bandor ya tevahîya pêkhateyên etnîkî û olî yên Afganistanê israr dike, li ser bingeha dîyaloga navbera Afganistanê bêyî destwerdana aktorên biyanî.

"Divê Talîban di peydakirina ewlehî, tekoşîna dijî terorê û rêzgirtina mafên komên cihêreng, tevî jinan jî, roleke girîng bilîze," Amir - Abdollahian got.

XS
SM
MD
LG