Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Berê Rakirina Toleyan Ewê ji Gavên Navokî Venegere


(Arşîv)
(Arşîv)

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Zarîf îro Înê got ku jibo rakirina toleyên dijî wan, ewê ti daxwazên Amerîkî yên paşde vegerindina lêzandina programa navokî qebûl nekin.

“Ew daxwaz ne pêkan e û ewê pêk nêye”, Zarîf bi hazirbûna hevtayê xwe yê Tirk Mevlut Çavusoglu, li Stenbolê got.

Rêvebirîya Serokê Amerîka Joe Biden gotibû ku jibo ku Tehran bikaribe careke din beşdarî peymana navokî ya piralî be, divê ew di çarçoveya wê peymanê de sînorkirinên programa xwe ya navokî bi cîh bîne.

Îran mercên paymenê gav bi gav pûç kiribûn, piştî ku serokê berê yê Amerîkî Donald Trump di 2018an de ji wê peymanê vekişîbû û toleyên dijî Îranê jinûve danabûn.

Demeke zûtir ya vê mehê Îranê dewlemendkirina uranyumê ji asta 20 ji sedî re jinûve aktîf kiribû.

Lê, Îranê ragihandibû ku ger toleyên Amerîkî werin rakirin, ew dikare bi lêzûbezî dawî li wan binpêkirinên peymanê yên ji alîyê xwe bîne.

XS
SM
MD
LG