Li gor pêzanînên fermî yên Wezareta Saxlemî ya Îranê ku îro Yekşemê hate dîyar kirin, li wî welatî jiber vîrusa korona hejmera mirinên herî bilind hatîye tomar kirin.
163 mirînên nû îro Yekşemê hatîye ragihand, tomara berê ya ku Duşemîya borî, ji hela Wezareta Saxlemîyê ve di rojekê de wekî 162 mirî hatibû ragihand, derbas kirîye.
Berdevka Wezareta Saxlemî ya Îranê Sîma Sadat Larî di daxuyanîyekê ya li ser televîzyona dewletê de ragihand ku heta niha li Komara Îslamî bi sedema vîrusa korona bi giştî 11,571 kes jîyanên xwe winda kirine û 240,438 kes bi nexweşîyê ketine. Her wiha 201,330 nexweş jî baş bûne.
Piştî sistkirina tedbîr û qedexeyên dijî belavbûna vîrusa korona ku di nîvê Nîsanê de dest pê kiribû, di hefteya paşî de, hejmara rojane ya bûyerên nû ya vîrusê û hejmera mirinan bi rengek berbiçav zêde bûye.
Serokê Îranê Hesen Ruhanî roja Şemîyê bi armanca rawestandina belavbûna vîrusa korona dîyar kir û got ku Îranîyên ku maskeyan li xwe nekin dê nikaribin xizmetên dewletê werbigrên û cîhên kar yên ku pîvanên saxlemîyê bi cîh nekin nexebitînin ewê jibo hefteyek girtî bimînin,