Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerê Leşkerî yê Îranî Dibêje Gêrkirina Firoka Ukraynî jiber Şaşîtîya Mirovan Bû


Dozgerê leşkerî yê Tehranê Xulam Abbas Torkî îro Duşemê got ku lêxistin û gêrkirina firoka Ukraynî şaşîtîyeke mirovî bû.

Reutersê ji ajansa Tasnîm ya Îranî ragihand ku Torkî gotiye ku lêxistina firokê ne bi fermaneke ji karbidestên leşkerî bû.

“Ti nîşane tunene ku anîna xwarê ya firoka Ukraynî di encama sîberêrîşeke dijî sîstema mûşekî yan sîstema berevnîya Îranê ye,” Torkî got.

Wî da zanîn ku girêdayî wê bûyerê 3 kes desteserkirî ne.

Hêjayî bîrxisnê ye ku di gêrkirina firoka Ukraynî de 176 kes hatibûn kuştin

XS
SM
MD
LG