Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tehranê Karanîna Neçarî ya Maskan Hate Sepandin


Serokê Îranê Hesen Rûhanî, îro Şemiyê ragihand ku li paytexta welat Tehranê bikaranîna bi darê zorê ya maskên rû, hatiye sepandin.

Rûhanî di axaftina xwe ya televîzyonî de got her kesê ku bê mask bê girtin dê bi 500.000 rîyalî were cezakirin, û pêketîyên vîrusa korona ku xwe karantîn nekin an jî heval û hogirên xwe ji nexweşiya xwe agahdar nekin dê 2 mîlyon rîal ceza bidin.

Karanîna maskan ji Tîrmehê vir ve li qadên giştî yên hundirîn mecbûrî ye, lê heya niha bo ne karanîna wan ti ceza nedihat birîn. Niha, li paytext Tehranê hem li hundir hem jî li derve li xwe kirina maskan mecbûrî ye.

Berdevka Wezareta Saxlemîya Îranê Sîma Sadat Lari Îro Şemiyê ji TV-ya dewletê re ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 195 mirinên jiber vîrusa korona hatine tomar kirin, û hejmara giştî ya mirinan giheştîye 28.293 kesan.

Hevdem, berdevk Sadat 3.875 pêketinên nû dîyar kir.

Dibistan, mizgeft, firoşgeh, xwaringeh û saziyên din yên giştî yên li Tehranê bi armanca pêşîgirtina belavbûna vîrusê di 3'ê Cotmeh ê de bo yek hefteyek hatin girtin. Walîtîya bajêr roja Înêyê dema girtinê bo hefteyeke din dirêj kir.

Di dema Îran dijî pandemîya vîrusa korona û toleyên Amerîka tekoşîn dike, îro Şemîyê nirxa dirava Îranê Rial li hember dolarê Amerîkî daket. Malpera bazirganîya diravên bîyanî Bonbast.com ragihand ku roja Înêyê li bazara nefermî de dolar ji 295.949 rialan heta 304.300 rialan dihat firotin.

Amerîka roja Pêncşemê li ser pişesazîya darayî ya Îranê toleyên nû ragihand. Tehran, Washington di pêvajoya COVID-19 de bi astengkirina kanîna vê ya peydakirina pêdiviyên bingehîn, tawanbar dike.

Hejayê bîr xistinêyê ku Îran hemberî pêla sêya ya belavbûna bûyerên vîrusa korona dike û herwiha Hejmara giştî ya mirinên rojane yên jiber COVID-19 bi 239 mirinan di vê heftê de giheşt rekoreke, ku li Rojhilata Navîn welatê ku xwedîyê rewşa herî xirab e.

XS
SM
MD
LG