Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran jiber Zedebûna COVID-19 li 25 Bajaran Qedexeya Rewîtîyê Radigihîne


Li Îranê dîmenek ji peyvajoya COVID 19 (Arşîv)
Li Îranê dîmenek ji peyvajoya COVID 19 (Arşîv)

Îranê îro ragihand ku di 24 saetên borî de jiber vîrusa korona 440 mirinên nû hatine tomar kirin û hejmara giştî ya mirinan jî giheşt 35.738 kesan.

Li Rojhita Navîn, welatê ku rêjeya kuştinên bi sedema COVID-19 herî bilind Îran e û herwiha bi sedema zêdebûna hejmara pêketinên vîrusê qedexeya çûn û hatina bajarên mezin hat ragihand.

Televîzyona dewletê ragihand ku hikûmetê dibistan, mizgeft, firoşgeh û xwaringeh li piranî ya welatî ji serê Cotmehê vir ve girtîye. Dîsa, îro paytext Tehran jî di nav de, qedexeya çar rojî ya çûn û hatina 25 bajaran hat ragihandin.

Medya dewleta Îranê got ku dê hikûmet li paytext Tehranê biryara qedexe û girtineke gîştî ya bo du hefteyan bide, lê yi hûrgilî ranegihand.

Berdevka Wezareta Saxlemîya Îranê Sîma Sedat Larî ji televîzyona dewletê re got ku di 24 saetên borî de 8.289 bûyerên COVID-19 hatine tomar kirin û jimara netewî giheştiye 628.780 pêketinan.

Îranê mirinên xwe yên jiber vîrusa korona cara yekê di 19'ê Sibatê te ragihandibû.

Ajansa Nûçeyan ya Xwendekaran (ISNA) ragihand ku serokê Konseya Bijîşkî ya Îranê, Mihemed Zafergandî, ji hejmara fermî ya roja Yekşemê wek gumanbar nirxandin û hişyarî da ku Îran giheştîye rêjeya mirina felaketê.

"Hejmara miriyên fermî tenê li gor hejmara nexweşên tomarkirî tê hesab kirin. Li gor lêkolînên li nexweşxane û goristanan, rexistina me bawer dike ku hejmara rastîn sê caran ji yên fermî bilindtir e," Zafergandî ji ISNA re got.

Civata bijîşkî rêxistineke sivîl ya nehikûmetî ye û berpirsiyê belgeyên destûrdana bijîşkan ya li Îranê ye.

XS
SM
MD
LG