Parêzerê Nazanîn Zagharî-Ratcliffe ya ku welatîya Brîtanî-Îranî ye, îro Duşemê ragihand ku ew ji hela dadgeha ya Tehranê ve yek sal cezaya girtîgehê û bi qedexeye derketina ji welat bo yek saleke, hatiye cezakirin.
Parêzer Hojjat Kermanî li ser biryara dadgehê ji malpereke ragihindinê re axifî.
"Nazanîn Zagharî bi tawana propagandaya dijî Komara Îslamî bi salek zindan û yek sal qedexeya derketina ji welat hate ceza kirin, " Kermanî got.
Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson biryara cezakirina Zaghari ji rojnamevanan re şîrove kir .
" Ez bawer nakim ku pirtir cazakirina zindanê ya Nazanin rast e," Johnson got.
Hevdem Johnson da zanîn ku Londra bi Amerîka re ser kesen welatîyên du dewletan yên li Îranê girtîne, dixebite.
Zagharî, berpirsa projeyeke Weqfa Thomson Reuters ya xêrxwazîyê re, di Nîsan'a 2016'an de li balafirgeha Tehranê hatibû dsteser kirin.
Ew piştre bi plankirina komloyên bo têkbirina Rejîmê hate ceza kirin.
Zagharî bo çar salan di girtîgehê de ma û di Adara 2020'an de jiber şertû mercên pêyvajoya vîrusa korona de jibo desterkirina li mal, hate berdan.
Lê, ew demûdest bi sedemên tawanên nû yên propagandayê dîsa hate darizandin.
Parlamenter Tulîp Sîddîq yê Brîtanî got ku biryara herê dawî ya dijî Zagharî bi tevahî wêranker e û li ser Twitter'ê dîyar kir ku ev bo bazarî yê karanîna Zagharî ya bi şewazeke xirab e.
Herwiha, Kermanî ragihand ku ewê li gor qanûnên Îranê di nava 21 rojan de, bo betalkirina cezaya nû serî li dadgehê bide.
Malbata Zagharî û weqfa xêrxwazîya serbixwe Thomson Reuters sûcdarîyên Îranê, red dikin.
Wezîrê karên derve yê Brîtanî Dominic Raab jî bi daxuyanîyeke lezgîn bertek nîşanê cezakirina Zagharî da.
"Ev biryarek bi tevahî dij mirovahî û bi tevahî nerewa ye," Raab got.