Piştî êrîşên milîsên ser bi Îranê ve yên li dijî Erebistana Siûdî, desthilatdarên leşkerî û siyasî yên Îraqê ragihandin ku ew nahêlin ji xaka Îraqê êrîşên li ser welatên cîran çêbibin.
Berdevkê fermandarîya giştî ya hêzên çekdar ên Îraqê Sebah Nu'man diyar kir ku hêzên ewlekarîyê dê hemû rêyan bi kar bînin da ku rê li ber her êrîşekê ji xaka Îraqê bigirin.
Nu'man ragihand ku her êrîş ku ji xaka Îraqê li dijî welatên cîran çêbibe, karekî li dijî qanûnê ye.
Desthilatdarên Îraqê soz dan ku dê li dijî kesên ku van karan dikin, gavên qanûnî yên tund bavêjin.
Lê belê milîsên ser bi Îranê ve îdîa dikin ku ew wek tolhildana êrîşên esmanî yên Amerîka û Erebistana Siûdî yên li ser baregehên wan, êrîşî Erebistana Siûdî dikin.
Hêzên Heşda Şe’bî îdîa dikin ku di êrîşên vê dawîyê de bêhtirî 50 şervanên wan hatine kuştin û birîndarkirin. Ev êrîşên esmanî yên Amerîka û Erebistana Siûdî yên li ser baregehên Hêzên Heşda Şe’bî berîya niha hatibûn kirin, û Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ev êrîş ligel hikûmeta Îraqê hatine encamdan.
Piştî van êrîşan, Encûmena Ewlekarîya Neteweyî ya Îraqê civînekê li dar xist. Wan êrîşên ku ji xaka wan li dijî welatên cîran tên kirin şermezar kirin û hêzên ewlekarîyê xistin rewşa awarte.
Tevî hişyarîyan jî, milîsên ser bi Îranê ve got ku ewê tola xwe ji Erebistana Siûdî hildin. Lê belê serokê koma Bedir Hadî El-Amirî, ku herwiha serokekî Heşda Şe’bî ye, daxwaz ji wan kir ku êrîşên xwe bi paş bixin.
Cavkanîyên Îraqî diyar kirin ku ji bo rawestandina êrîşên milîsan, fermana rewşa awarte ji artêşê re hatîye dayîn. Ji ber vê yekê, serê sibê îro Înê 7'ê Tebaxê, dîmenên helîkopteran hatin belavkirin ku li esmanê Îraqê digerin da ku rê li ber êrîşên li dijî Erebistana Siûdî bigirin.