Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Kuştina 36 Terorîstan di Êrîşa Ser Sûriyê de


Peyvdarê leşkerê Îraqê, roja Yekşemê ji ajansa Reuters re gotiye, di êrîşa esmanî ya ku artêşa Îraqê li Sûriyê, di roja 19 Nîsanê de encam dabû, bo sedema kuştina 36 terorîstên DAIŞê di nav kuştiyan de berpirsekî Sûrî yê wê rêxistinê heye.

General Yehya Resûl, berdevkê leşkerî dibêje"êrîşên esmanî armancên xwe li Sûriyê pêk anîn, li gor pêzanînên rêviberiya îstîxbarata leşkerî, êrîş bi tam li ser bingehên terorîstan pêk hatine û yek ji ciyên armanc hatîn girtin civîneka serkirdeyên DAIŞ a terrorist bû, wan derbeyan 36 terorîst jinav birin".

Firokên cengê yên Îraqê, roja Pêncşema derbas bûyî 19î Nîsanê, êrîşek ij cûrê taybet li dij fabrîka çêkirina çekan ya DAIŞê li Sûriyê û hin armancên din yên wê rêxistinê encam dabûn, Îraqê heta niha kêm caran êrîşên weha li dervey sinoran xwe encam dane.

XS
SM
MD
LG