Hikûmeta serokwezîrê Îraqê, Mihemed Şîyaa El Sûdanî, roja Pêncşemê, piştî nêzîkî salekê ji hilbijartinên parlemanî, bawerî ji parlemenê wergirt.
Civîna dengdanê ji bo pêkanîna hikûmeta nû bi beşdariya zêdetirî 250 parlamenteran ji koma 329 parlamenteran amade bûyî pêkhat, li bingeha parlamentoya Îraqê ya li herêma Kesk li navenda Bexdayê.
Di kabîneya nû de wezîrê derve û cîgirê serokwezîr Fûad Husên, wezîrê petrolê û cîgirê serokwezîr Hayan Ebdulxenî, wezîrê pilandananê û cîgirê serokwezîr Mihemed Temîm, wezîrê darayî Taif Samî, Thabet El Abbasî. Wezîrê Berevanîyê, û Wezîrê Karên Hundir Abdul Amir El Şemmarî. Salih El-Hesnewî wekî Wezîrê Tenduristiyê, Xalid Battal wekî Wezîrê Pîşesazî, Athier El-Ghurîrî Wezîrê Bazirganiyê, Xalid Şiwanî Wezîrê Dadê, Ziyad Elî Fadel wekî Wezîrê Elektrîkê, Ebbas Cebr wekî Wezîrê Çandiniyê hat hilbijartin.
Naîm El-Ebûdî bû Wezîrê Xwendina Bilind. Parlamentoyê her wiha Îbrahîm Yasîn weke Wezîrê Perwerdeyê, Ehmed Fekak weke Wezîrê Çandê, Zeraq Muheybîs weke Wezîrê Veguhestinê, Hîam Ebûd Kazim weke Wezîrê Ragihandinê, Aûn Diab Ebdullah weke Wezîrê Çavkaniyên Avê, Ehmed El-Esedî weke Wezîrê Karê pejirand. Wezîrê Koç û Koçberan Îvan Faeq û Wezîrê Werzişê Ehmed Mihemed Husên.
Çend deqîqan piştî ku hikûmeta wî bawerî wergirt, serokwezîrê nû yê Îraqê Mihemed Şîyaa El Sûdanî di twîtekê de wiha got: "Piştî xwe spartina xwedê, kabîneya me bawerî ji Civata Nûneran wergirt." Herwiha peyvek pêşkeş kir, piştî ku bi twîtekê Ofîsa Serokwezîriyê ragihand ku El Sûdanî baweriya parlemenê stend.
Balyuza Amerîka li Bexda xanim Alina L. Romanowski tiwîtek weşand û pîrozbahiya hikûmeta nû kir û got "Pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Îraqê mohamedshia al-Sudanî dikîn. Em li bendê ne ku bi hikûmeta nû ya Iraqi re kar bikîn ji bo pêşdebirina armancên xwe yên hevbeş di vê dema girîng de ji bo Îraq û gelê wê. Hevkarîya me li ser berjewendiyên hevbeş vedigire bo Îraqeke demokratîk ku xwedî serwerî be, bi ewle û îstiqrar be,."
El-Sudanî, 52 salî ye, berê jî wezîr bûye û ji siyasîyên Şîa mezhebe li Îraqê, di 13ê Cotmehê de ji bo avakirina hikûmetê ji aliyê serokê nû yê Komarê, Ebdulletîf Reşîd ve, yekser piştî hilbijartina wî hat erkdarkirin bo damezrandina hikûmeta nû li Îraqê.
Sûdanî ji dema erkdarkirina xwe ve, danûstandinên xwe ji bo çareserkirina dabeşkirina postan di navbera hêzên siyasî de û dabeşkirina wan di navbera pêkhateyên Îraqê yên siyasî, mezhebî û etnîkî de dabeş kir, ji Sunne, Şîe û Kurdan û krîstiyanan, li ser bingeha kotayan wek kevneşopiyek li Îraqê berdewam kiriye. Hejmara herî zêde ya wezaretan di destê Şîeyan de ye û wezaretên mayî jî di navbera Sunne û Kurdan de hatin dabeşkirin.