Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Panel: Nêrîna Pêkhateyên li Îraqê Derbarê Pêkanîna Aştî Û Aramiyê


Panela USIP 17 06 2021 Washington

Pêkhateyên olî û etnîkî li Îraqê rastî derdeseriyên giran hatine jiber wan şer û pevçûnên ligel rêxistina DAIŞê pêkhatin.

Heta îro jî, hezaran koçber û aware derbider bûne û nikarin vegerin ser malên xwe li parêzgeha Mûsilê, jiber astengiyên ewlekarî û pirsgirêkên din yên dibin rêgir ku nikarin bi rihetî vegerin.

Îraq dîsan rastî çendîn arêşên aborî, siyasî, saxlemiya giştî hatiye, û pêkhateyên li welat ewin, yên herî zêde êşê ji van pirsgirêkan dikişînin.

Enstîtuya Amerîkî Jibo Aştiyê, roja Pêncşemê paneleke danûstandinê ya onlyan rêxist, da ku gotûbêjan derbarê wan encamn bikin yên ku Çavdêriya Nakokiyan û Vegerandina Aramiyê ya girêdayî Enstîtuyê amade kirîn û xwe gihandiyê, ku data û dosyayên derbarê pêkhateyan û derd û êşên wan kom kirine ji hemû herêm û navçeyên parêzgeha Nînewa.

Dr.Mike Yaffe
Dr.Mike Yaffe

Panelê ronî xiste ser rastiya rewşa pêkhateyên olî û etnîkî li Îraqê, zêdebarî wan astengiyên ku dikevin di rêya vegerînek bi ewle û mayinde de, û kanê çi pêşkeftin çêbûne. Herwiha deravêjên derbarê hilbijartinên niştîmanî yên çaverêkirî li meha Îlona dahatî dê çi bin?

Kesên beşdarî panelê bûbûn ev bûn:

  • Dr.Mike Yaffe, Cîgirê Serokê Instîtuya Amerîkî Jibo Aştiyê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa (Peyva Vekirinê)
  • Osama Gharizi, Şêwirmend li USIP.
  • Negina Sawez, Berpirsa Tîma Bernama Rojhilata Navîn Û Bakurê Afrîqa û Ofîsa demokrasî û mafên mirov û karî li wezareta derve ya Amerîka.
  • Adad Youssef, Serokê Civata Rêveber, ya Hevpeymaniya Pêkhateyan li Îraqê.
  • Sarhang Hamasaeed, Rêveberê Bernama Rojhilata Navîn li USIP (Pêşkeşkar).
Sarhang Hamaseed
Sarhang Hamaseed

Pêşî Sarhang Hamasaeed bixêr hatina mêhvan û temaşevanan kir. Peyva vekirina panelê ji aliyê Dr.Mike Yaffe hat pêşkeş kirin û behsa armanca semînarê kir û ew datayên hatine komkirin piştî ku beşa Çavdêriyê ya USIP li Îraqê bi giştî û li parêzgeha Nînewa bi taybetî derbarê pêkhateyên olî û etnîkî de, lêkolîn û kom kirîn.

Dr.Mike Yaffe got, di 10 salên borî de USIP gelek alîkarî daye pirsa pêkhateyan li Îraqê û bi berpirsên Îraqî, Çalakvan, rêxistin û kesayetiyan kar kirîye jibo dîtina çareseriyan.

Dr.Mike Yaffe herwiha da zanîn ku Enstîtuya wan li Mûsilê derbarê Kristîyanan û Êzidiyan li ciyên weke Mûsil, Şengal û Telaafer gelek data kom kirine û daxwaz û hêviyên wan guhdarî kiriye û lêkolînên taybet encam dane. Herwiha li Besra jî ku pêkhate rastî çewsandinê tên ji egera nakokiyên olî û mezhebî ligel Îraqiyan hevkariyek baş heye.

Osama Gharizi, Şêwirmend li USIP.
Osama Gharizi, Şêwirmend li USIP.

Osama Gharizi, Şêwirmend li USIP ku ji sala 2015ê û vir ve çavdêriya rewşa pêkhateyan kirîye li Îraq û Sûriyê, wî derbarê lêkolînên meydanî yên hatine kirin û encam û derencamên wan lêkolînan li ser kemanî û pêkhateyên li Mûsilê got ku piştî şopandinek hûr û kûr, xweya dibe ku rewşa pêkhateyan li Mûsilê piştî lawazbûna DAIŞê baştir bûye.

Osama Gharizi, dibêje piştî 4 geştên lêkolînan li Mûsil encam dane xweya dibe ku rewşa wan ji berê baştire, lê nayê wê wateyê ku her tişt temam bûye, hêjî gelek kar maye bihê kirin, rewşa ewlekariyê li Şengalê nebaşe, jiber ku gelek hêz li wêderê hene.

Nakokiyên Îdarî û ewlekarî astengin di rêya vegerîna xelkê bo ser mal û ciyên xwe, lê jiber hebûna nakokiyan di nava hêzên ewlekarî û pirsgirêkên rêvebirinê de bi taybet li Şengal sedemên nearamiya pêkhateyane.

Osama Gharizi, dîsan got metirsî heye li ser krîstiyanan li Hemdaniyê, û Şîa û Siniyan li Telaafer û Êzidiyan li Şengalê.

Herwiha wî got pirsa lihevhatina civakî li herêmên Mûsil giring tê dîtin, lê tirsa krîstiyanan heye û ew dibêjin lihevhatina civakî li vê herêmê zore, lê Şebekên li herêmê dibêjin lihevhatin mumkine. Heta astekî bê hêvîtî li cem kristiyanan heye herwiha lihevhatin di navbera Kurd û Ereban de li Zimar zore, weke Osama dibêje.

Adad Youssef, Serokê Civata Rêveber, ya Hevpeymaniya Pêkhateyan li Îraqê
Adad Youssef, Serokê Civata Rêveber, ya Hevpeymaniya Pêkhateyan li Îraqê

Adad Youssef, Serokê Civata Rêveber, ya Hevpeymaniya Pêkhateyan li Îraqê, di axiftina xwe de, bal kişand ser saziya wan ya ji hemû pêkahetên li Îraqê pêktê û got ku Civata Hevpeymaniya Pêkhateyan sala 2010 hatiye damezrandin, ji 23 rêxistina pêk tê û hemû pêkhateyên olî û mezhebî cih digirin yên weke Aşûrî, Kildanî, Ermenî, Êzidî, Ehlî Heq, Şebek Sabiayên Mendayî, Zeradeştî, Qereç û yên din di saziyê de hene.

Adad Youssef bal kişand ser xaleke giring û got ku jiber aloziyên ewlekarî û nakokiyên olî, mezhebî û etnîkî hejmara Kristiyanan li Îraqê kêm dibe, jiber ku hest bi emanetê nakin, ji Îraqê direvin.

Adad Youssef got bi heman şêwe Êzidî li Îraqê bi taybet li Mûsilê kêm dibin jiber ku gelek ji wan çûne derveyî welat û hest bi aramiyê nakin.

Adad Youssef rewşa nihe ya li Berwarî Bala û şerê li herêmê di navbera PKK û Tirkiyê de, ku gelek gund hatine vala kirin, ji tirsa êrîşên Tirkiyê krîstiyanên li herêmê gundên xwe vala dikin, Youssef dibêje.

Adad Youssef got heman tişt li Şengalê jiber nakokî û êrîşên Tirkiyê jiber PKKê Êzidiyên li Şengalê nerihetin û gelek hêz li Şengal hene bê aramî serdeste.

Adad Youssef got çareserî ku nakokî û dijberiya li hember pêkhateyan nemîne li Îraqê divê, pirsa pêkhateyên olî û etnîkî di menhecên dibistanan de bihên xwedin da ku her kes li hebûna pêkhateyan serwext bibe û zori û zûlim li wan neyê kirin. Jiber ku pêkhateyên olî tên çewsandin.

Adad Youssef pesina Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, jiber azadiya olî û etnîkî li wê herêmê, wî got, Hikûmeta Herêmê bi yasa mafên hemû ol û pêkhateyan parastine û azadiya olî û mezhebî heye.

Panelîsta dawiyê Negina Sawez, Berpirsa Tîma Bernama Rojhilata Navîn Û Bakurê Afrîqa û Ofîsa Demokrasî û Mafên Mirov û Karî li wezareta derve ya Amerîka bû.

Negina Sawez, Berpirsa Tîma Bernama Rojhilata Navîn Û Bakurê Afrîqa
Negina Sawez, Berpirsa Tîma Bernama Rojhilata Navîn Û Bakurê Afrîqa

Negina Sawez got, divê em pirsa pêkhateyan li Îraqê di bazineke teng de nenirxînin, divê wêneyê giştî bihê dîtin û ev pirsgirêkeke kevine li herêmê ne tenê di serdema DAIŞê de peyda bûye. Wê got karê me yê pêşîn di wezaretê de, li gel balozxaneya Amerîka li Bexda û konsûlxaneya li Herêma Kurdistanê bihevre kar kirine bo dîtina çareseriya pêkhateyan li Îraqê da ku haya me ji hemû guherînên çê dibin hebe.

Negina Sawez got heta nihe li Îraqê gelek projeyên başkirina rewşa pêkhateyên ji aliyê me ve hatine piştevanî kirin, wê got li gor datayên ku hatine pêşkeş kirin guherînek heye û rewş ber bi başiyê ve diçe.

Negina Sawez bal kişand ser zehmetiyên penaber û koçberên heta nihe di kampan de dimînin û kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke mînak anî.

Panelîstan li dawiyê bersiva pirsên temaşevanan da û zêdetirî seatekê dirêj kişand û pirsgirêk û rêyên çareseriyê di panelê da hatin gotûbêj kirin.

XS
SM
MD
LG