Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera Yekê ya Xwepêşandanên Îraqê


Dîmenên îro yên xwepêşandanên Îraqê 25/10/2020
Dîmenên îro yên xwepêşandanên Îraqê 25/10/2020

Îro Yekşemê li bîranîna yekê ya xwepêşandên 25ê Cotmeha sala borî hezaran Îraqîyên nerazî daketin cade û kolanan bo sax kirina bîranîna yekê ya xwepêşandanên li Bexda û bajarên din yên başûrê Îraqê.

Li paytext Bexda û bajarên başûrê Îraqê dîsan îro hezaran kes daketin cade û kolanan û daxwazên xwe yên sala par dubare kirin yên li dij gendeliya berpirsan li Îraqê.

Zêdetir ji 500 kesan di xwepêşandanên mehên borî da li Îraqê hatine kuştin, piraniya kuştiyan bi guleyên hêzên ewlekariya Îraqê hatine kuştin, dema ku gulebarandina zindî li dij xwepêşanderan pêk dianîn û bombeyên gaza rondikrêj bo ji hev belav kirinê diavêtin xwepêşanderan.

Meha Şiwata borî jiber belavbûna vîrusa korona xwepêşandan sisit bibûn jiber daxistinê û mercên xweparastinê, lê çalakiyên protestoyî û girevên nerazîbûnê dom kirin.

Yekşemê bi fermana fermandariya hêzên ewlekariya paytext Bexda nehiştin hezaran kes ji bajarên din bihêne Bexda bi taybet kesên ji parêzgeha Babil Û Dîwaniyê hatbûn.

Li Meydana Tehrîr li navenda Bexda, ku qada serekî ya kombûn û xwepêşandanên nerazîye, hejmarek xortan parolên bi alayê Îraqê û wêneyên kuştiyên xwepêşandanan yên bi destên hêzên ewlekariya Îraqê hatbûn kuştin bilind kirin.

Li meydan ku bi bazarên xwe yên sebze, xwarin, pirtûkxane û sînemayan navdare, konên girevan vedane.

Fazil Ehmed yê 25 salî ku xwendekarê fakolteya Îdare û Ekonomiyê ye gote ajansa Associated Press AP "Îro em ahenga bîranîna yekê ya şorişa Oktoberê û bi taybet kesên ku giyana xwe ji dest dane libîr tînîn, daxwazên me li dij partiyên gendel û parlemanê neserkeftî ne."

Mistefa Husên ku di salên 20an daye par beşdarî xwepêşandann bibû û îro jî amde bûye û dibêje kêm tişt çêbûne, "Lê daxwazên me yên ku me bi xûna xwepêşanderan nivîsandine li ber destên berpirsane û nehatine bicih anîn."

Zêdebarî ku zordarî û tûnekrina xwepêşandanan heye ji aliyê milîtanên çekdar û hikûmetê ve lê xwepêşander dibêjin, tevgera ku wan dabû destpê kirin zindîye.

Xwendekar Ehme dîsan dibêje"Ji derveyî vê şorişê me tişte din nîne em pê bigehin armanên xwe." Eger ku em nikar bin, wî çaxî dê Îraqê hinda bikîn".

Xelkê nerazî yê Îraqê bi taybet xortan sala par dest bi tevgera nerazîbûn û xwepêşandanan kirbû li dij gendeliya siyasî û hikûmeta Îraqê, xwepêşandan bûne zext li ser hikûmeta Adil Abdulmehdî heta ku dest ji kar kêşayî. Mistefa Alkazîmî hat destnîşan kirin weke aligirê xwepêşanderan û li şûna Abdulmehdî. Serokwezîr Al Kazimî meha Hezîrana 2021ê weke dema hibijartinên pêşwext li Îraqê ragihandîye, hilbijartinên pêşwext yek ji mercên xwepêşanderan bû.

XS
SM
MD
LG