Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

LI Îraqê Hinek Komên Mîlîs yên dijî Amerîka Agirbesteke bi Şert Pêşkeş Dikin


 Kataib Hezbollah
Kataib Hezbollah

Rexistineke ji komên milîsên Îraqî yên ku piştevaniya Îranê dikin îro Yekşemê ragihand ku heke hikûmeta Îraqê bo vekişîna leşkerên Amerîkî demek dîyar kirî bike, ewê êrîşên mûşekî yên dijî hêzên Amerîka rawestandine.

Berdevkê rexistina Katayîb Hîzbullah, yek ji komên mîlîsên herî bi hêze yên ku Îran piştgirî dide wan ragihand ku, ewê dema dawî ya diyarkirî, eşkere nekin, lê heke leşkerên Amerîkî "bi şêweke mayînde de îsrar bikin" ewê êrîşên hîn tundtir bikin.

Berdevkê Katayîb Hîzbullah Mihamed Mohî ji Reuters re got ku rêxistinan agirbesteke bi şert pêşkeş kirine.

"Di nava vê agirbestê de tevahîya alîyên berxwedanê dijî Amerîka heya yên ku hêzên Amerîkî dikin armanc digirin"hene Mohî got.

Roja Şemiyê, komên mîlîsan yên ku ji xwe re dibêjin 'Hevrêzîya Berxwedana Îraqê' daxuyaniyeke weşandin û tê de pêşniyar kirin ku ewê di berdêla nexşerêyeke eşkere ya derketina Amerîka de, êrîşan bidin sekinandin.

Lê peyvdar Mohî navên komên ku daxuyanî amade kirine, eşkere nekirin.

Herwiha Mohî got, ku divê hikûmeta Îraqê biryarek parlamentoyê di meha Çile da bistîne, ku tê de vekişîna leşkerên biyanî were xwestin.

Washington, ku hêdî hêdî 5.000 leşkerên xwe yên li Îraqê kêm dike, meha borî dîyar kiribû ku heke hikûmeta Îraqê, milîsên gîrêdayî Îranê ne ku bi mûşekan û bombeyan êrîşî berjewendîyên Amerîkî kiribûn, nede sekinandin ewê balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bigirin.

Hişyarîya Amerîkî li Îraqê bû sedema alarmê, ku ev wekî gavek ber bi êrişên esmanî ve hate dîtin, û herwiha Îraqê di şerê wekaletan yên di navbera Amerîka û Îranê dike qada şer.

Hevdem, gelek sîyasetvanan bang li mîlîsan kir ku dev ji provakasyona Amerîkîyan berdin.

Peyvdarê Katayîb Hîzbullah Mihamed Mohî got ku êrîşên bi mûşekan yên hemberî hêzên Amerîkî û pêkhateyên dîplomatîk peyamek e, û êrîşên xerabtir dibe ku berdewam bike.

Karbidestên Amerîkî rêxistina Katayîb Hîzbullah bi dehan êrîşên mûşekî yên dijî dezgahên Amerîkî yên li Îraqê tawanbar dikin.

Rexistina Katayîb Hîzbullah tevlîbûnê red dike, û pirsîyarîya hineke êrîşan ji hêla komên mîlîsên piçûktir, hindik-naskirî ve hatibûn ragihandin. Lê, karbidestên Îraqê bawer dikin ku ev êrîşe dibe ku pêş eniyên komên mezintir bin.

Artêşa Îraqê ragihand ku, îro Yekşemê li başûrê welat dijî konvoyoke ku jibo hevpeymanîya leşkerî ya bi rêberîya Amerîka re berhem dibir, êrîşêke bombeyî ya li rex rê, pêk hatîye, Kamyonekê zarar dîtîye, lê ti kesî jîyana xwe ji dest ne daye an jî birîndar ne bûye. Heya niha ti rêxistinan berpirsiyarîya êrîşê ne girtiye ser xwe.

XS
SM
MD
LG