Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Eseserd: Eger Tirkiye Êrîşî Şengal Bike Şerên Mezin Dê Derkevin


Dr. Ferîd Eseserd
Dr. Ferîd Eseserd

Berpirsê Senterê Lêkolînên Stratejî yê Yekitî Niştîmnaî Kurdistan û yek ji serkirdeyên YNK'ê Dr. Ferîd Eseserd, dide zanîn ku Îraq di rewşek gelek xerab de ye, jiber ku ti hevkarî di navbera hêzên herêmî û yên navnetewî de bo çareseriya nakokiyan li Îraqê nîne.

Di hevpeyvîna bi Dengê Amerîka re Eseserd dibêje"Hêzên Îqlîmî û Nêvnetewî beşek ji pirsgirêkên xwe anîne Îraqê, her aliyek ji holê rakirina aliyê din dixwaze" herwiha tekez dike ku "Eger aliyên nakokbar kêşeyên xwe çareser bikin dê alîkar bin bo Îraqê jî, bi taybet eger ku Îran û Amerîka lihev bên, dê alîkar bin bo çareseriya kêşeyên li Îraqê jî."

Berî çend roja êrîşa mûşekan bo ser Hewlêr pêkhat, îro jî bingeha Aynul Asad hat mûşekbaran kirin, Amerîka Îranê tawanbar dike, Şirovekar Eseserd weha dibîne ku eger Îran û Amerîka pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin barê Îraqê jî dê sivik bibe.

Eseserd dibêje, nuha danûstandin di navbera Amerîka û Îranê de hene, her yek karta xwe li hember yê din bikar tîne, dixwzin bihêz li gel hev rûnin, jiber wê yekê rengvedana wê li ser herêmê bi giştî û li ser Îraqê bi taybetî heye.

Derbarê pirsa hilbijartinên pêşwext yên giştî li Îraqê kanê dê rewşek çawan peyda bike?

Eseserd berpirsê Senterê Lêkolînên Stratejî yên YNKê dibêje"Heta nuha ne zelale, sedem jî ewe jiber ku cûdahiya hilbijartinên vê carê heye ji sistema hilbijartinên piştî sala 2003ê ku hilbijartin li Îraqê li gor wê sistemê pêkhatbûn, lê vê carê cûdaye, jiber wê yekê çarenivîsa hilbijartinên Îraqê nediyare, kanê dê ber bi ko de here."

Di beşeke din yê axiftinên xwe de bo Dengê Amerîka Eseserd behsa operasyona leşkerê Tirkiyê bo ser çiyayê Gare kir û got "Em agihdarbûn ku operasyona çiyayê Gare ne giha armanca xwe, nizanîn serokatiya Tirkiyê çawan fikir dike, ewê di operasyoneke nû de bo ser Şengalê şkestina xwe ya li Gare vegerîne yan na".

Li gor nêrînên Eseserd eger hêzên Tirkiyê ber bi Şengalê herin, dê hêzên Îraqê destan nedahêlin "Li gor nêrîna min pêkdadan û pevçûn dê çê bibin, eger ku hêzên Tirkiyê zêdetir bêne pêş, hikûmeta Îraqê û hêzên Şîa dê bêdeng nemînin" Ferîd Eseserd got.

Li dawiya axiftina xwe Eseserd got, eger ku hêzên navnetewî hevkar nebin û hewila çareseriya pirsgirêkên li Îraqê nedin, Îraq bi serê xwe nikare pirsgirêkên xwe çareser bike.

Raporta Kerkuk 03 03 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:35 0:00

XS
SM
MD
LG