Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqê Berpirsê Darayîya DAIŞ'ê Girtine


Samî Jasim el-Cebûrî, berpirsê darayî yê koma Dewleta Îslamî, 11 Cotmeh, 2021

Serokwezîrê Îraqê Mustafa El- Kazimî roja Duşemê dîyar kir ku Sami Jasim endamê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ku cîgirê rêberê kuştî Ebûbekir Bexdadî bû û berpirsê darayîya DAIŞ'ê bû , di opersyonekî hêzên îstxbarata welêt, hatiye girtin.

Lê, El- Kazimî di derbar ê opearsyonê de pirtir agahdarî ne da.

Hesen Hesen ku pisporê DAIŞ'ê ye got ku Jasim, welatîyê Îraqê ye û yek ji rêberên sereke yên rexistinê ye, dibe ku ew di derbarê kiryarên DAIŞ'ê de agahîyên girîng bide.

Wî got ku Jasim tenê rêberê bilind yê dudya yê DAIŞ'ê ye ku sax tê girtin.

Albay Joel Harper, berdevkê koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ser pirsa Reutersê ya di derbarê girtina Jasim de got ku ew ser operasyonek taybet şîrove nakin. Lê , ew şirîkên xweyên wêrek yên Îraqî pîroz dikin, jiber ku ew bi rêkûpêk pêşengîyê dikin û derbên girîng li bermahiyên DAIŞ' ê dixin.

Li gor malpera bernameya xelata bo tekoşîna dijî terorê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Rewards for Justice, Jasim "di birêvebirina darayî ya operasyonên terorîst yên DAIŞ' ê de alîkar bûye".

Wezarte dibêje ku Jasim li başûrê Mûsilê di 2014'an de wek cîgirê DAIŞ'ê dixebitî, tê gotin ku wekê wezîrê darayî yê DAIŞ'ê kar kiriye.

Hevdem, wî pirsiyarîya karûbarên dahatê yên komê ku ji firotanên neqanûnî yên petrol, gaz, tiştên antrîk û mîneralê dikir.

XS
SM
MD
LG