Şêwirmendê darayî yê serokwezîrê Îraqê, Mazhar Muhammed Salîh ragihand ku jiber nebûna kordînasyonê û têgîhiştina di navbera hilberînerên Rêxistina Welatên Derfiroşker yên Petrolê (OPEC)'ê de, destpêkirina şerêke buhayê petrolê wê jinûve derkeve.
Salîh, ji Ajansa Nûçeyan ya Îraqê (INA) re got ku zêdebûna hilberînê di nav welatên endamên OPEC de, divê bi rengekî baldarî were kirin û divê bi havkarîyeke xurt ya di nav welatên endam çê bibe.
Hevdem, wî destnîşan kir ku ev kordînasyona pêwîste da ku di bazara avakirina pişesazîya petrola xam de, jibo îhtîmala zêdebûneke ku dibe bibe sedama bihayê nayê xwestin, pêdîvî dike.