Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Dibêje ku Hebûna Hêzên Rojavayî li Kendavê Alozîyên Herêmî Kûrtir Dike

Wezîrê Derve yê Îraqê Mihemed el-Hekîm
Wezîrê Derve yê Îraqê Mihemed el-Hekîm

Ajansa Reutersê îro Duşemê ji zarê Wezîrê Derve yê Îraqê Mihemed el-Hekîm ragihand ku hebûna hêzên Rojavayî li Kendavê girjî û alozîyên herêmî kûrtir dike.

“Îraq hewil dide ku kêşe û alozîyên heyî bi rêka danûstandinên aram kêmtir bike, lê hebûna hêzên Rojavayî li Kendavê girjî û alozîyên herêmî kûrtir dike,” Hekîm ji ser Twitterê got.

Wî bi berdewamî got ku Dewletên Kendavê bi hevre dikarin ewlehîya gemîyên nefthilgir misoger bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG