Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derbazgeha Arar ya Navbera Îraqê û Erebistana Saudî Piştî 30 Salan Vebû


Derbazgeha Arar
Derbazgeha Arar

Hikûmeta Îraqê îro Çarşemê ragihand ku derbazgeha sînorî ya bi Erebistana Saudî re piştî 30 salan hate vekirin.

Îraqê ragihand ku derbazgeha Arar ku di sala 1990’an de hatibû girtin, piştî 30 salan, cara yekê jibo bazirganîyê hate vekirin.

Karbidestên ji her du alîyan, ku balyozê Saudî yê li Îaqê jî di nav de bû, seredana derbazgehê kirin.

Rîyad ji mêjve hewil dide ku peywendîyên xwe yên bi Bexdayê re baştir bike ku badnora zêdebûyî ya Îranê hidiktir bike.

Îraq jî heweskar e ku têkilîya xwe ya bi cîrana xwe ya başûr xurt bike da ku feyde ji derfetên bazirganîyê wergire.

Nêzîkbûna her du alîyan di sala 2015’an de destpê kiribû, dema Erebistana Saudî piştî 25 salan balyozxaneya xwe li Bexdayê jinûve vekiribû.

XS
SM
MD
LG