Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq ji Tirkîyê Dixwaze ku Leşkerên Xwe ji Nav Axa Wê Derxîne


Karbidestên Tirk ku operasyona nax axa Îraqê bi rêve dibin
Karbidestên Tirk ku operasyona nax axa Îraqê bi rêve dibin

Hikûmeta Îraqê îro Pêncşemê ji Tirkîyê xwest ku hêzên xwe demûdest ji bakurê Îraqê derxîne ku artêşa Tirk li wê derê operasyoneke leşkerî didomîne.

Wezareta derve ya Îraqê îro bang li balyozê Tirk Fatih Yildiz kir û hişyarîyeke tund raberî wî kir.

"Divê Tirkîye ji kiryarên wiha provokatîf dûr bimîne. Em bal dikşînin ku divê Tirkîye bombebarana xwe bisekinîne û hêzên xwe ji axa Îraqê paşve bikşîne. Em dijberîya xwe ya tund ji binpêkirinên wî rengî re dubare dikin.”

Îraqê her îro gazî li balyozê Îranê Irac Mescidî kir û topbarana Îranê ya ser heremên Kurdî protesto kir.

“Em bang li Îranê dikin ku rêz li serwerîya Îraqê bigire û êrîşên wî rengî rawestîne. Em pêgir in ku peywendîyên dîrokî yên dualî biparêzin û xurtir bikin, lê di heman demê de van êrîşan şermezar dikin.”

Tirkîyê roja Çaşemê dijî serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) dest bi operasyoneke li nav axa Îraqê kiribû û bi sedan komandoyên xwe li herêmê bi cîh kiribûn.

Hevdem, Îranê jî bi êrîşên top û hawanan heman serhildayên Kurd kiribûn armanc.

Balyozê Tirk Yildiz jî got ku wna berê ji karbidestên Îraqî re gotibû ku ger ew dijî serhildayan gavan nevêjin, ewî bi xwe “li her derê dijî PKK’ê şer bikin.”

XS
SM
MD
LG