Jêderên saxlemî û ewlekarî yên Îraqî ji Reutersê re ragihand ku di xwenîşandanên îro de 2 polîs di encama pevçûnan de hatine kuştin, bi dehan xwepêşandarên din jî birîndar bûn.
Li Qada Tahrîrê ya paytext Bexda, xwenîşandaran bi bombeyên petrolê û bi keviran êrîş birin ser polîsan û wan jî bi gaza îsotê û narîncokan bersîva xwepêşandaran dan.
Rêvebirîya polîsan li Bexda got ku hêzên wê hemî rêyên ku ji alîyê “xirabkarên hovane” ve hatibûn girtin, jinûve vekirin û di tundîyan de 14 polîs li Qada Tahrîrê hatin birîndar kirin.
Jêderên ewlehîyê dîyar kir ku li bajarê Basra 2 polîs ji alîyê trombîleke sivîlan hate kuştin, dema ajotvanê wê hewil dida ku ji tundîya navbera polîsan û xwepêşanderan bireve.
Dîsa, li bajarên wek Nasirîya, Kerbela û Amara jî bi sedan xwenîşander tekerên otomobîlan şewitandin û rêkên serekî asteng kirin.
Di xwenîşandanên nerazîbûnê yên girseyî de, ku di 1'ê Cotmehê de dijî sîstema partîyên sîyasî û hikûmetê destpê kiribûn, heta niha pirtir ji 450 kes li Îraqê hatine kuştin.
Xwepêşanderên ku piranîya wan Îraqîyên genc in, li hember hejarîyê li kolanan in û daxwaza guhertina sîstema sîyasî ya Îraqê dikin.
Serokwezîrê Îraqê Adil Abdulmehdî jiber protestoyan neçar mabû ku di 29’ê Mijdarê de karvekişîna xwe ragihîne.