Wezareta Derve ya Fransa roja Çarşemê got, Îran dê tutiştekî bi dijatiya peymana navokî ya 2015an qezenc neke, ev yek weke reaksiyona pêşîn ya Fransa derbarê biryara Îranê ya dom kirina pîtandina uranyumê hat.
Roja Çarşemê Serokê Îranê Hesen Ruhnaî di civîneke bilind ya hikûmeta Îranê de gotbû, Îran dê piştî 7î Tîrmehê dest bi zêde kirina pîtandina uranyumê bikin li gur pêdvî û hezkirina xwe, Aajansa Nûçe û Televizyona Îranê ev yek ji zarê Ruhanî ragihand.
Ev biyara Îranê jî, li dijî bendên peymana navokî ya hêzên Navnetewî sala 2015an bi Îranê re îmze kirbû, li gur peymanê rê dide Îran bo pîtandina Yuranyomê heta rêjeya 3.67%, lê ne zêdetir.
Ji hejî bîrxistinê ye biryara Îranê ya zêdekirina rêjeya pîtandina uranyumê, bû pêngavek ku serokê Amerîka Donald Trump reaksyonê nîşan bide û roja Duşemê wî got bû "Ew dizanin ew çi dikin…Îran bi agir dilîze".