Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Ew ji Rûsya 60 Mîlyon Dozen Vaksîna Sputnik V Dikire


Ajansa IRNA ya dewleta Îranê îro ragihand ku Tehrna wê ji Rûsya 60 mîlyon dozen vaksîna Sputnik V ya COVID bikire.

Balyozê Îranê yê li Moskowê Kazim Celalî got ku peyman bi fermî hatiye girêdan ku vaksînên ku têra 30 mîlyon kesan bike, dê werin kirîn.

Celalî got ku Îran wê heta dawîya salê wan vaksînên ku hatine kirîn, wergire.

Hikûmeta Îranê jiber pêla çaran ya pêketinên koronayê, roja Şemîyê biryareke nû dabû û qedexeya derketina ya 10 rojan ragihandibû.

Li herêmên ku belavbûna vîrusa korona zêde ye wek deverên sor tên bi nav kirin û li wan deran firoşgeh û ofîs tên daxistin.

Karbidestên Îranê radigihînin ku paytext Tehran û 250 bajarên din wek deverên sor hatine ragihandin.

XS
SM
MD
LG