Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermendê Îranî yê Koçkirî Şajaryan li Rex Ferdewsî Tê Binaxkirin


Mihemed Reza Şajaryan
Mihemed Reza Şajaryan

Hunermend û muzîkzanê Îranê yê navdar û rexnegirê hikûmetê Mijhemed Reza Şajaryan îro Şemiyê li tenişt helbestvan Îranî yê sedsala 7an Ferdewsî hate binaxkirin, li gor medya Îranê.

Dengbêj û awazdanerê clasîk, Şajaryan, ku roja Pênşemê di temenê 80ê salî de li nexweşxaneyeka Tehranê koça dawî kiribû, piştî şerekî dirêj li dijî nexweşiya pençeşêrê, wek gencîneyeke niştimanî dihate dîtin ku muzîka Îranê vejand.

Şajaryan bû kesayetiyeke opozisyonê, piştî şermezarkirina tundûtûjiya hikûmetê ya dijî xwepêşandanên sala 2009an, ku tê de nakokî derketin pêş û Mihemed Ehmedînejad bibû serokê welêt.

Ew ji nişkave li meydana muzîkî ya Îranê hatibû qedexekirin.

Medya welêt ragihand ku malbat û hezkerên Şajaryan tevlî binaxkirina wî bûn û telefizyona dewletê îro Şemiyê daxuyaniyeke kurt li dor binaxkirina wî ragihand.

Hin malperên nîv-fermî yên Îranê girteyeke vîdyo belav kir ku tê de hezkerên Şajaryan li ser gora wî strana wî ya bi navê Morxê Seher dibêjin, ku straneke wî ya li dor azadî û şoreşê ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG