Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rastîya Bûyera Emîn Îsa Emîn Çi Ye?


Bûyera Emîn Îsa Emîn Alî, ku di dawîya Hezîranê de li girtîgeha Hesekê mir, di nava Kurdên Sûrîyê de bûye mijareke girîng.

Pirs ew e ku gelo Emîn bi sedemên xwezayî miriye yan di bin êşkencê de hatiye kuştin.

Li gor Ofîsa Karûbarên Dad û Çaksazîyê, Emîn Îsa Emîn di 22’yê Gulana 2021'an de ji alîyê Asyîşê ve hate girtin û ew di 28’ê Hezîrana 021'an de mir.

Di 30’ê Hezîranê de li Nexweşxaneya Gel ya bajarê Hesekê de bi armanca zelalkirina mirina Emîn, preskonferansek hate lidarxistin û encamên lêkolînên bizişkî yên ji alîyê doktorên dozgerîyê hatin ragihandin.

Dr. Mihemed Şilaş ragihand ku sedema mirina Emîn celta mêjî (stroke) e û ti şopên tundîyê li ser laşê wî tunene.

Şilaş da zanîn ku di alîyê bizişkî de dibe ku xwîn ji dev, çav û guhê kesên ku bi sedema celta mêjî jîyana xwe ji dest bide were der.

“Li gor dîtin, lêkolîn û nîşaneyên pizişkî, sedema mirinê celta mêjî ye û ev yek jî bi sedema kêmbûna oksijînê ser mêjî ye. Herwusa ev yek dibe sedema xwîna ji guh, poz û çav biherike û rewşa çavê wî di dema keşifkirinê de 9 saet ser mirinê derbas bûn. Me keşfa xwe saet di 1’ê nîvro de qedand û ew yek tê wateya ku rehmetî derdora di saet 3-4ê berbangê miriye.''

Li cem malbata Emîn nerîneke din heye ku kurê wan di bin êşkencê de jîyan xwe ji dest daye û ew daxwaza lêkolînekê serbixwe dikin.

Pismamê Emîn, Hejar dibêje ku pismamê wî rastî êşkencê hatiye û jiber wê jîyan xwe ji dest daye.

Bûyera Emîn heta amadekirina vê raportê venemirîye û li gor malbatê ew jibo lêkolîneke bêalî amade ne.

Alîyên pizişkî ku encamên lêkolînên xwe bi bîragiştî re parve kirin, dibêjin ku li cem wan ti pirsgirêk tuneye ku lêkolînek bêalî were kirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00

XS
SM
MD
LG