Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Mirinên ji Korona li Îspanya Giheşt 4,145 Kesan


Xebatkarên saxlemîyê li bajarê Valencia ya Îspanya

Wezareta Saxlemî ya Îspanya îro Pêncşemê ragihand ku hejmara giştî ya mirinên ji vîrusa korona giheşt 4,145 kesan.

Wezaretê da zanîn ku di 24 saetên dawî de 655 kesên din jiber vîrusa korona jîyanên xwe hinda kirin.

“Hejmara giştî bûyerên tûşbûna korona ji 47,610 ya roja Çarşemê îro Pêncşemê giheşt 56,188 bûyera û hejmara kesên kuştî jî bû 4,145” wezaretê got.

Hêjayî balkişandinê ye ku Îtalya bi 7503 mirinên ji vîrusa korona welatê yekê yê cîhanê ye û Îspanya bi 4,145 mirinan li dû wê, di rêza duyê de ye.

XS
SM
MD
LG