Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îspanya Pirtir Kes ji Korona Dimirin, lê Rêjeya Mirinê Dadikeve


Îspanya îro Înê pirtir mirinên ji vîrusa korona ragihand, lê kesên şeva borî mirine ji yên roja berê kêmtir bûne.

Wezareta Tendirustîyê ragihand ku jiber vê nexweşîyê 932 kes di 24 demjimêran de mirin û hejmara mirîyan giheşte 10,935 kesan.

Wezaretê bal kişand ku cara yekê ya di nav hefteyekê de ku hejmar ji roja borî kêmtir bû û roja Pênçşemê 950 mirinên nû hatibûn ragihandin.

Gelek haletên nû jî hatin tomar kirin, lê rêjeya kesên tûşbûyî daket xwarê. Digel 117,710, Îspanya niha di hejmarên kesên tûşbûyî de, piştî Amerîka welatê duyê ye, lê runiştvanên wê heft car hindiktir in.

Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez yek ji biryarên herî dijwar yên derneketina ji malê li seranser Ewrupa dabû ku tenê karmendên di sektorên bingehîn de dixebitin diçin ser kar.

Îspanî ji 14'ê Adarê vir ve li malê dimînin û wezîrê navxweyî Fernando Grande-Marlaska roja Pêncşemê gotibû ku Sanchez dê di rojên were de biryar bide ka biryarê dirêj bike yan ne.

Herêma derdora paytext Madrîdê ji her cihê welatî pirtir tûşbuyîn û mirin hene.

Roja Înê daneyan dîyar kirin ku zêdetirî 4,400 mirov niha li wir mirine.

Nexweşxane hewil didin ku ser bikevin û pirtir mirov li malên tendirustîyê, ku nêzîkî 50,000 hezar mirovên temenê xeternak tê de dijîn, dimirin

Morg tijî bûne û rayedarên herêmî avahîyeke cîhê xuşkana li ser cemedê ya 1800 çargoşe nêzikî paytext îro jibo mirîyan terxan kiriye.

XS
SM
MD
LG