Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Bûyerên Pêketina Korona li Îspanya ji 100,000 Borîye


Li Îspanya testkirina hemwelatîyan
Li Îspanya testkirina hemwelatîyan

Hikûmeta Îspanî îro Çarşemê ragihand ku hejmara bûyerên pêketina vîrusa korona ji 100,000 borîye.

Wezareta Saxlemî ya Îspanî da zanîn ku hejmara mirinên girêdayî korona ya di rojekê de jî giheştiye asteke nû ya rekorî.

“Hejmara bûyerên tûşbûna korona ji 94,417 ya Sêşemê îro Çarşemê giheşt 102,136. Hejmara mirinên ji korona jî giheşt 9,053 kesan ku ew hejmar Sêşemê 8,189 bû,” daxuyanîya wezaretê got.

Wezaretê bal kişand ku di nav rojekê de 864 kes jiber korona jîyanên xwe hinda kirin ku ew jî rekora nû ya mirinên rojane ye.

XS
SM
MD
LG