Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Beravên Îspanya 277 Koçber Têne Rizgar Kirin


Dîmeneke ji koçberên ku li beravên Îspanya hatine rizgar kirin.
Dîmeneke ji koçberên ku li beravên Îspanya hatine rizgar kirin.

Karbidestan roja Sêşemê ragihand ku li beravên Îspanya û Giravên Balearîk di 24 demjimêrên borî de, 277 koçber hatine rizgar kirin.

Dayikeke Cezayîrî ya ducanî û pênc zarokên wê jî di nav wan koçberan de ne.

Berdevîkê rexistina Xaça Sor ragihand ku jina ku bi 8 mehan ducanî bû, hatiye rakirinê nexweşxaneyê ku were derman kirin.

Her wiha, berdevîk da zanîn ku piranîya koçberan ji Cezayîrê bûn, lê di keştîyeke de 23 penaberên ji Sûriyê jî hebûn.


Piranî ya koçberan ji keştiyên li avên nêzîkê Balearîkan û 91 kes jî li beravên Alicante ya li başûrê rojhilatê Îspanya hatine rizgarkirin.

Sazîya nobedarê beravên Salvamento Maritimo ya Îspanyayê dîyar kir ku şeş keştî hatine rizgarkirin, ku hemî ji peravên Cezayîrê bi rê ketine, ya ku herî kêm 270 kîlometreyan dûrî Alicante ye.

Karbidestên hikûmeta Îspanya yên li giravan destnîşan kirin ku nobedarên beravan, di 24 demjimêran de 13 keştîyên din jî rizgar kirine, 176 kes - ku 11 ji wan jin in.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê ragihand ku di sala 2021 'an de herî kêm 1.025 koçber li wê heremê jiyanên xwe ji dest dane.

Karbidestên herêmî ragihandin ku hefteya borî, laşên heşt koçberan, di nav de sê jin û zarokeke, li beravên başûrê Îspanyayê ya li nêzî bajarê Almeria hatine dîtin.

Hêjmarên wezareta navxwe ya Îspanya yên heya 14'ê Îlonê nîşan didin ku bi tevahî 10.701 koçber bi rêyên deryayî xwe gihandine Îspanyayê yan Giravên Balearik.

Hevdem, heman hejmar destnîşan dikin ku îsal 11.060 kes ji beravên rojavayê Afrîkayê giheştine Giravên Kanaryayê.

Hejmarên ji Caminando Fronteras, rêxistineke sivîl ya Îspanî ku bangên rewşa awarte yên ji koçberên li deryayê dişopîne, dibêje ku îsal zêdetirî 2.000 koçber li ser rîya Atlantîkê mirine yan winda bûne.

XS
SM
MD
LG