Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Radigihîne ku 4,000 Xebatkarên Saxlemîyê bi Korona Ketine


Xebatkarên saxlamî yên Îspanî

Hikûmeta Îspanya ragihand ku dora 4,000 xebatkarên saxlemîyê bi vîrusa korona ketine û ew hejmar nêzî 12 ji sedê hemî bûyerên tûşbûnê ye.

Berpirsa tengavîya saxlemîyê Fernando Simon îro di preskonferansekê de got ku cîhê miixabinê ye ku 3,910 xebatkarên tendirustîyê tûşî vîrusa korona bûne.

Wek li hîn welatên din, tunebûna xweparastinê li Îspanya jî dibin sedem ku doktor, sîstir û xebatkarên din yên saxlemîyê bibin qurbanîyên vîrusa korona.

Hikûmetê ragihand ku hejmara bûyerên tomarkirî yên tûşbûna korona li Îspanya ji 28,572 ya Yekşemê îro giheştiye 33,089 û nêzî 12% pêketîyan xebatkarên saxlamîyê ne.

Wezareta Saxlemîyê da zanîn ku hejmara mirinên girêdayî korona giheşt 2,182 kesan û 462 ji wan şeva borî çêbûn û 87% ji wan 70 salî yan mezintir in.

XS
SM
MD
LG