Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îspanya Korona 757 Kesên Din Kuştin û Hejmra Giştî Bû 14,500


Îspanya îro Çarşemê ragihand ku hejmara mirinên jiber vîrusa korona roja duyê di ser hev de billindtir bûye û di 24 saetên dawî de 757 kes jiber korona jîyanên xwe hinda kirine.

Wezareta Saxlemî ya Îspanya da zanîn ku hejmara giştî ya mirinên ji korona giheştiye 14,555 kesan, tevî ku rêjeya rojane ya mirinan ji % 5.7 ya Sêşemê ku hîngê 743 kes miribûn, ketiye % 5.5.

Wezaretê dîyar kir ku hejmara giştî ya piştrastkirî ya bûyerên pêketina korona jî ji 140,510 ya Sêşemê îro giheştiye 146,690.

Îspanî wek tedbîra pêşîgirtina bealvbûna vîrusa korona, ji 14’ê Adarê vir ve li malê dimînin û şaverê ye ku hikpmet wê biryarê dirêjtir bike.

XS
SM
MD
LG