Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îspanya Belavbûna Korona Nasekine, Berpirsê Tengavîya Saxlemîyê ji bi Korkona Ket


Hikûmeta Îspanî îro Duşemê ragihand ku testa vîrusa korona ya berpirsê tengavîya saxlemîyê Fernando Simon, ku xebatên pêşîgirtina vîrusa korona bi rê ve dibe, pozîtîf derketiye.

Karbidesta wezaretê Maria Jose Sierra di preskonferansa rojane de got ku Simon ku pir caran bi Serokwezîr Pedro Sanchez re hevdîtinan dikir, tûşî vîrusa korona bûye.

Pedro Sanchez
Pedro Sanchez

”Piştî pêkanîna pîvanên pêşîgir, niha rêjeya pêketina rojane ya vîrusa korona nizimtir bûye û ketiye 12 ji sedê. Berî 25'ê Adarê ew rêje di dora 20 ji sedê bû,” Maria got.

Hêjayî balkişandinê ye ku li gor pêzanînê Zanîgeha Johns Hopkins Îtalya bi 10,779 mirinên ji vîrusa korona welatê yekê yê cîhanê ye û Îspanya bi 7,340 mirinan li dû wê, di rêza duyê de ye.

XS
SM
MD
LG