Serokê Îsraîlê Reuven Rivlin îro Duşemê bi nameyekê rêberê serkar yê Mîrgehên Yekbûyî yê Erebî Şex Mihemed bîn Zayed el-Nahyan vexwend Orşelîmê.
“Em jiber rola wî ya hêja û cesareta wî ya di îmzakirina peymana normalkirina peywendîyên di navbera Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî de, Nahyan vedixwînin Îsraîlê,” Rivlin got.
Wî got ku rêbertî bi wêrekî û dûrbînbûnê di rojên wiha dijwar de xuya dibe û Nahyan rê li ber peyvajoyeke nû û cûda vekiriye.
"Ti gumanên min tune ye ku nifşên siberojê dê bo şêwaza rêbertîya te bi rêzdarî bi bîr bînin. Rêberên dilawer, merxas û aqilmend ku jinûve dest bi gotora ser aştî, bawerî, dîyalog û danûstandinên di navbera gelan û olan de, bi hevkarî û pêşerojek sozdar, kirin," Rivlin bo berdewamî got.
Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî roja Pêncşemê dîyar kiribûn ku di çerçova peymaneke Amerîka piştgirîyê dike de, dê peywendîyên fermî ava bikin û li gor vê peymanê ewê sîyaseta Rojhilata Navîn ji pirsgirêka Fîlîstîn heta tekoşîna dijî Îranê, ku dijminê hevbeş ya Îsraîl û Kendava Ereban e, jinûve binirxînin û darxînin.
Piranîya cîhana erebî û Îranê di derbarê peymanê de bertekên tund nîşan dan, lê welatên Kendavê pêşwazîyeke bêdeng ya peymanê kirin.
Fîlîstînîyan ev peyman wekî "xîyanetekê" ji hêla welatekî Erebî bi nav dikin. Fîlîstînî dibêjin ku ev peyman dijberîya peyvajoya avakirina dewletekê li Gazayê, Orşelîma Rojhilat û Herema Şeria ya Rojava ya dagîrkirî dike û axên ku Îsraîlê di şerê Rojhilata Navîn ya di 1967'an de hatibû destxistin, rewa dike.
Çavdêr pêşbînî dikin ku serdaneke bi wî rengî ya asta bilind ya Ereban dikare bi sedema statuya nakokî û niqaşkirî ya navneteweyî ya Orşelîmê, pirsgirêkên mezin çêke.
Îsraîl di 1967'an de herema rojhilata bajarê Orşelîmê bi dest xistibû û wek paytexta xwe îlan kiribû ku ew gav ji hîla cîhanê ve nayê nasîn.
Fîlîstînî jî dixwazin Orşelîma Rojhilat bibe paytexta dewleta ku ew dixwazin ava bikin.