Artêşa Îsraîlê îro Înl ragihand ku wê bi Yunistan û Qibrisê re, hîndarîyeke deryayî ya hevbeş li Derya Sipî endam daye.
Di hîndarîya leşkerî ya bi navê “Noble Dina” de, ku Îsraîlê pêşengîya wê kir û Fransa jî tê de cîh girt, “rêbazên antî-keştîyên binavê, senaryoyên lêgerîn û rizgarkirinê û senaryoya şerê navbera gemîyên şerker” cîg girtin,” artêşa Îsraîlê ragihand.
Amîral Eyal Harel, fermandarê operasyonê derayî yên Îsraîlî got ku hîndarîya hevbaş gelek girîng e jiber ku peywendîya hêzên wan yên derayî bi hêzên din yên hevbend re xurt dike.
Îsraîl, Yunanistan û Qibrisê di mehên dawî de pêngavên girîng digirin û peywendîyên xwe yên xurt dikin, di vê demê de ku Enqere û Atîna jiber pirsigirekên li Deryaya Sipî di reweke aloz de ne.
Pisporên herêmî nêzîkbûna her sê dewletan wek hewleke girîng ya pêşîgirtina planên Tirkîyê dibînin û her sê alî li hev kiriye ku li bin avê kabloyeke elektrîkê ya 2,000 megawatî û xeteke borîya gazê ya 1,900 kîlometreyî ava bikin.