Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê Dibêje, Mîlîtanên li Kerta Gaza Roket Avêtine


Ev wêne nîşan dide ku roketekî j' başûrê Gazayê ber bi Îsraîlê ve tê avêtin (Arşîv).
Ev wêne nîşan dide ku roketekî j' başûrê Gazayê ber bi Îsraîlê ve tê avêtin (Arşîv).

Artêşa Îsraîlê dîyar kir ku mîlîtanên li Kerta Gaza îro Duşemê roketek avêtine Îsraîlê, lê ji alîyê sîstema dij-muşekên Qubeya Hesinî ve hatiye astengkirin.

Ji şerê 11 rojî yê di meha Gulanê de û vir ve êrîşa yekê ye ku milîtanan ji kerta gaza rokêt avêtiye Îsraîlê.

Heya niha ti kes yan rêxistin berpirsiya êrîşê negirtiye ser xwe. Lê, Radyoya Kan ya Îsraîlê got ku dibe êrîş ji hêla milîtanên Hamasê ve wek bersivek hatibe kirin.

Îro di dema êrîşeke li Kerta Gazayê de di navbera hêzên Îsraîlî û komeke filîstînîyan de pevçûn derketibû û di encamê de 4 filîstînî hatibûn kuştin.

Milîtanên Gazayê ji dema agirbesta bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya di Gulanê de, ku şer bi dawî kirbû, jiber avêtina balonên şewatê bo nava Îsraîlê, êrîşên esmanî pêk anî, lê ji wî çaxî heya niha ti roketek neavêtibû.

Êrîşa îro ya li nêzî sînorê Gazayê li herêma başûrê Îsraîlê bû sedema hişyarîyan.

Îsraîlê soz dabû ku jibo her êrîşeke ji Gazayê mîna sîyaseta tolhildanê bersîvê bide.

XS
SM
MD
LG