Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Gomanbarê Êrîşa Danaser ya Welatiyan li Orşalîmê Hat Girtin


Hêzên ewlekarîya Îsraîlê ragihand ku wan êrîşkarê roja Pêncşemê yê ku bi otombîlê daye ser welatiyan li Orşaleîm-Qudisê ku 14 kes birîndar kirbûn hat girtin.

Polîsê Îsraîlê ku ew êrîş weke êrîşeke "terorîstî" binav kirbû got, ew niha lêkolîn û lêpirsînan derbarê nasnameya kesê êrîşkar dikin.

Çavkaniyên berevankarîya sivîl roja Pêncşemê gotbû, tîmên wan yên hewar hatina lezgîn, 14 kes veguhastine nexweşxanan bi armanca bihên derman kirin.

Çavkaniyên medîya herêmî û navxweyî ya Îsraîlê dîmenên videoyî yên gitina kesê tawanbar weşamdin û dide zanîn ku "piştî lêgerînên tund, hêzên ewlekarîyê terorîstê berpirs ji êrîşa bi otombîlê li Qudsê desteser kir û 12 leşkerên berevanîya Îsaîlê li bajêr birîndar kirin.

Heman çavkaniyên mediya navxweyî ya Îsraîlê berî niha jî, tomarên videoyan, yên cihê êrîş lê pêkhat weşandin, ku ji aliyê hêzên ewlekarîyê da hatin dorpêç kirin.

Çavkaniyên leşkerê Îsraîlê gotbû ajansa nûçeyan ya Fransî, pêşwext wan pêzanîn hebûn ku kesek dê bi otombîlekê li wêderê êrîşê pêk bîne.

Ev êrîş pêkhat piştî ku duberî û nakokî di navbera Îsraîl û Filistînîyan da zêde bûne, piştî ku serokê Amerîka Donald Trump pilana aştiya Rojhilata Navîn ragihand bû, ku weke peymana Sedsalê hat binav kirin, ku projeya Amerîkî bû çareserîya pirsa Îsraîl û Filistînê li ser bingê hela du dewletan e, ragihandina pilana aştiyê bş sedema nakokiyan li hemû herêmê.

XS
SM
MD
LG