Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Hişyarî da Îranê ku Eger Êrîş Bikin Îsraîl dê Bersivek Pir Bihêtir Bide

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Sêşemê soz da ku eger Îran êrîşeke nû bike, Îsraîl dê bi tundî bersivê bide.

Li gorî vîdyoyeke ku ofîsa Netanyahu belav kirîye, wî got ku "Ez ji serokên Îranê re dibêjim: Eger hûn êrîşî me bikin, nefikirin ku dê rewş aram bimîne."

Netanyahu hişyarî da û got: "Ew rojên ku kesek êrîşî me bike û em bersivê nedin, bidawî bûn."

Netanyahu di peyama xwe de got "Peyama min ji bo rêberên Îranê: Heke hûn êrîşî me bikin, nefikirin ku em ê bêdeng bimînin. Dê weke berê nebe; ew ê peyamek cûda be - peyamek pir bihêztir."

Ev daxuyaniyên Netanyahu piştî êrîşên dijwar ên sê rojên dawî yên di navbera Amerîka û Îranê de tên.

This item is part of
XS
SM
MD
LG