Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firoka Bazîrganî ya Yekê ji Îsraîlê Giheşt Bahreynê


Piştî ku di navbera Îsraîlê û Bahreynê peymana aştîyê hat îmza kirin, firoka yekê ya bazîrganîyê di navbera her du dewletan îro Çarşêmê destpê kir.

Firoka Îsraîl ya A320 ji Firokxaneya Navnetewî ya Ben-Gurion li Tel Avîvê çû Firokxaneya Navnetewî ya Bahreynê.

Hîkûmeta Îsraîlê ser sêfera fîrokê heta niha ti daxuyanî nedaye, lê Serokvêzîrê Îsraîl roja Sêşêmê ligel Prensê Bahreynê, Salman Bîn Hamad El Xalîfa bi rîya telefonê axîfîbû.

Wezerata Dervê ya Îsraîlê li ser wê axaftînê ti agahî nedabû.

Lî alîye din ve, medyaya fermî ya Bahreynê jî li ser firîna firoka Îsraîlî ti nûçe neweşand û Erebistana Saudî jî daxwaza AP ya ser wê mijarê bê bersîv hêla.

Herwiha, Balyozxanê ya Amerîkî li Manama jî li ser wê sefera firokê daxuyanînek neda. Li wî welatî Fîloya 5’an ya Hêzên Deryayî ya Amerîkî jî cîg digire.

Di 15’ê vê mehê de, li Qesra Spî de, di navbera Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Îsraîl û Bahreynê de peymana aştîyê hatibû îmza kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku piranîya hemwelatîyên Bahreynê Şîa ne, lê revêbirên wê malbata mîrê yê Sunnî ne.

Îsraîlê û Bahreynê bi navbeynkarîya Serokê Amerîka Donald Trump hefteya borî ragihandibûn ku peywendîyên xwe normal bikin.

Berê jî Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bi navbeynkarîya Washingtonê peymanek îmza kiribû ku dest bi peywendîyên dîplomatîk bikin.

XS
SM
MD
LG