Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Parlemanî yên Îsraîlê Îro Birêve Diçin

Îsraîlîyan îro Sêşemê hilbijartinên xwe yên parlemanê li dar xistin, ku piştî êrîşa Hemasê ya 7’ê Cotmeha 2023’an, hilbijartinên wan ên yekem in.

Cihê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hîn ne diyar e. Hevrikên wî dibêjin ewê serdemeke nû destpê bikin, lê dibe ku hinek wext bixwaze heta ku encamên zelal diyar bibin.

Dibe ku aşkerebûna serkeftîyan çend demjimêr piştî dawîbûna dengdanê diyar bibe, lê dibe ku encamên dawî çend roj an jî çend hefteyan bikişînin.

Dengdan di demjimêr 07:00’an de (bi dema Îsraîlê) destpê kir û di demjimêr 22:00’an de bidawî dibe. Wê çaxê kanalên televîzyonê yên Îsraîlê encamên seretayî yên piştî dengdanê belav bikin ku nîşanên yekem ên encaman didin. Piştî wê, encamên hilbijartinê dê hêdî hêdî eşkere bibin.

Tê çavrêkirin ku hejmartina dawî heta 30’ê Cotmehê bidawî bibe, û encamên fermî yên hilbijartinê hefteyek piştî hilbijartinê, di 4’ê Mijdarê de bi awayekî fermî werin eşkerekirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li gel hevjîna xwe Sara dengên xwe dan.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li gel hevjîna xwe Sara dengên xwe dan.

Hilbijartinên parlemanê, Knesset, ku ji 120 kursîyan pêk tê, bi asayî çar salan carekê çêdibin, lê hilbijartinên pêşwext gelek caran çêbûne.

Kursîyên parlemanê li gor rêjeya dengan li ser lîsteyên partîyan têne dabeşkirin, ji bo ku partîyek bikeve parlemanê, divê herî kêm 3.25%’ê dengên li seranserê welat bistîne. Tê texmînkirin ku şansê nêzîkî 12 partîyan heye ku vê bendavê derbas bikin, ji ber vê yekê hejmartina dawî û dabeşkirina kursîyan dê wext bigire.

Piştî ku hejmartina dawî bidawî bibe, Serokê Îsraîlê Isaac Herzog dê rûnştina xwe bi serokên partîyan re bike ka ew kê wekî serokwezîr dixwazin.

Paşê ewê erkê bide wî kesê ku şansê wî yê herî baş heye ji bo avakirina hikûmetê. Wî kesî heta 42 rojan wext heye ku hikûmetê ava bike.

Li Îsraîlê heta niha ti partîyeke bi tena serê xwe piranîya dengan bi dest nexistîye, ji ber vê yekê hikûmet bi hevkarîya çend partîyan ava dibin û ev kar pir caran çend hefteyan dikişîne.

Eger ew kes bi ser nekeve, şans didin kesên din ku biceribînin. Eger ti kes hikûmet ava nebe, hilbijartineke nû tê çêkirin û hikûmeta niha wekî hikûmeta birêvebirina kar dimîne.

Serokwezîr Netanyahu û hevjîna wî Sara Netanyahu jî di vê hilbijartinê de dengên xwe dan.

This item is part of
XS
SM
MD
LG