Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Hêzên Wan li 7 Armancên Hizbullahê Xistine


Êrîşa Îsraîlê li ser başûrê lubnanê li herêma Kefer Kila 29ê Tîrmehê, 2024.
Êrîşa Îsraîlê li ser başûrê lubnanê li herêma Kefer Kila 29ê Tîrmehê, 2024.

Artêşa Îsraîlê îro Sêşemê got ku wê êrîşên esmanî û bi topxanê li başûrê lubnanê li 7 armancên Hizbullahê xistine.

Ev êrîşa herî dawî bû ya îsraîlê li dij armancên Hizbullahê piştî çend rojan ji êrîşa kujer ya rokêtan ku 12 zarok li Girên Golanê yên di bin kontrola Îsraîlê de hatin kuştin û di nav fikarên navneteweyî de ku pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de dibe ku bibe pevçûnek herêmî ya berfireh.

Avichay Adree berdevkê artêşa îsraîl îri DSêşemê got ku doh êvarî heta îro sêşemê hêzên Îsraîl li başûrê Lubnanê nêzî 10 ciyên Hizbullahê kirin armanc.

"Bi karanîna firoke û topan, nêzîkî 10 armancên Hizbullah li li deverên cuda li başûrê Lubnanê hatine bordûman kirin," Berdvkê artêşa îsraîlê got.

Wezîrê Berevaniyê yê amerîka Lloyd Austin roja Sêşemê di serdana xwe ya li Fîlîpînê de ji rojnamevanan re got, "Tevî ku me li ser sînorê bakurê Îsraîl gelek çalakî dîtin, em ji potansiyela ku ev yek bibe şerek berfireh bi fikar in."


"Em dixwazin ku her tişt bi rîyên dîplomatîk çareser bibin," Austin got.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Duşemê soz dabû ku bersiveke tund bide êrîşa mûşekan ya kujer ku Îsraîl tekez dike ku Hizbullah ji wê êrîşê berpirsyar e. Lê Hizbullah berpirsiyariya xwe red dike.

Netanyahu serdana ciyê bûyerê kir û got "Ev zarok zarokên me ne, ew zarokên me hemûyan in." Dewleta Îsraîl dê vê qebûl neke. Dê me bersiva me dê hebe û dê bersivdanek giran hebe", Netanyahu got.

Îsraîl û Hizbullahê ji destpêka şerê li Gazayê û vir ve li ser sînor êrîşên hema bêje rojane êrîşî hev du dikin. Hizbullah dibêje di şerê Gazayê de ewê li pişt hamasê rawestin, di heman demê de çekdarên Husî yên yemenê jî bi domdarî êrişî keştiyên li derya sor dike û bi mûşek û droanan jî êrîşî nava îsraîlê dike, ev her du grûpên çekdar ji aliyê îranê ve tên piştgirîkirin.

Jonathan Ruhe, rêvebirê siyaseta derve li Enstîtuya Cihûyan ji bo Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka, ji Dengê Amerîka re got ku potansiyela bilindbûna aloziyê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de niha ya herî zêde ye ji dema ku şerê Gaza piştî êrîşa çekdarên hamasê li di jÎsraîlê li 7ê Cotmeha sala borî hatî destpêkirin.

Amerîka, Neteweyên Yekbûyî û hin welatên din van rojan de hewil didin ku şerê li gaza nebe şerek herêmê û birfireh nebe.

Berdevkê Encumena Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby roja Duşemê ji rojnamevanan re got ku Amerîka "bi bawere" ku îhtîmala nehiştina şerekî berfireh heye.

Şerê li Gaza bi êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê ya li ser başûrê Îsraîlê re dest pê kir ku çekdarên wê 1200 kes kuştin ku pirranî sivîl bûn û nêzî 250 kes jî dîl girtin.

Operasyona leşkerî yên Îsraîlê li Gazayê dom dikin, li gorî wezareta tenduristiyê li gaza di dest hamasê deye dibêje, zêdetirî 39 hezar û 300 Filistînî hatine kuştinku lê di hejmarên xwe de ferqê naxe navbera sivîl û milîtanan.

Jêder: VOA/Reuters/IDF X

XS
SM
MD
LG