Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Sêşemê serdana başûrê Libnanê kir û ligel leşkerên artêşa Îsraîlî yên li wir bicihkirî ne kom bû.
Netanyahu ji leşkeran re got ku heta Hizbullaha Libnanî wekî metirsî bimîne, Îsraîl ji başûrê wî welatî venakişe.
Ev serdana yekem a Netanyahu ye ji bo wê devera başûrê Libnanê, piştî ku hikûmetên herdu welatan roja Înê bi navbeynkarîya Amerîkayê li ser peymaneke ewlekarîyê li hev kirin.
Li gor daxuyanîyeke ofîsa Netanyahu, serokwezîrê Îsraîlê ji leşkeran re got: "Heta ku metirsî bidawî nebe, em ji başûrê Libnanê dernakevin. Heta ku Hizbullah li vir be, bi çek be û gefan li me bixwe, emê jî li vir bimînin."