Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Pêngavan Bo Avakirina Wargehên Nû li Qudsa Rojhilat Diavêje


Ajansa Reuters li gor çavkaniyên grûba çavdêriyan radigihîne ku Îsraîl plana xwe amade dike jibo avakirina wargehên nû bo cihûyan li Orşelîm/Qudsa Rojhilat.

Grûbê agihdarî dan, ku hewildan tên xurt kirin berî ku desthilata serok Trump bidawî were.

Rêveberiya serok Trump birayara herdu partiyan şkandbû ya ku dehan salane li hember avakirina wargehên nû yên cihûyan li Qudsa Rojhlat û Kenarê Rojava radiwestin û nerazîne.

Serokê Hilbijartî Joe Biden got, rêveberîya wî dê cardî nerazîbûna Amerîka li hember avakirina wargehên ku li gor yasa navnetewî wargehên ne yasayî tên dîtin vegerîne, ku piranya welatan weke astengiya li hember aştiyê dinirxînin.

Vê dawiyê desthilata Îsraîlê dest bi avêtin pêngavan kirîye bo avakirinê li Givat Hamatos ku niha valye ji mirovan li Qudsa Rojhilat ku dikeve kêleka taxê Beit Safafa yê ku rûniştvanên wê her hemû Filistînî ne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li meha Şibata borî biryara ava kirina 3000 xaniyan dabû li wê herêmê.

Wî got bo, ji wan 3000 xaniyan, 2000 dê jibo cihûna bin û 1000 xanî jî dê bo Filisitinyên Beit Safafa bin. Hefteya borî desthilata Îsraîlê girêbesta avakirina 1200 xaniyan pêşkeş kirbû, ku dê li herêma Givat Hamatos hêne avakirin.

Rêxistina Ir Amim, ku rêxistineke civaka sivîl ya Îsraîlê ye çavdêriya avakirina wargehan dike li Qudsê îro Yekşemê ragihand ku du mehên bihên de, yên berî guhertinên li Washington dê "demekê gelek kirîtîk" be.

Di daxuyaniyekê da Ir Amim dibêje"Em weha dibînîn ku Îsraîl hewil dide vê carê demê bikar bîne ku dibe rêveberiya bihê li hember wan pêngavan raweste. "

Ir Amim car din nerihetiya xwe anî ziman ku wargehên li Givat Hamatos tên avakirin dê bibe derbeyeke têkder bo diyaloga aştiyê, jiber ku dê Qusda Rojhilat ji Beyt Lehmê qut bike, û dê domdariya herêmî ya avakirina dewleta Filistînê di pêşerojê da asteng bike.

Nabil Abu Rudein, peyvdarê desthilata Filistînê ya ku Mehmûd Abbas serokatiya wê dike got, pêngavên plana avakirina wargehên Givat Hamatos hewildana Îsraîlê ye bo "kuştina çareseriya du-dewletî, ya ku ji aliyê navnetewî ve tê piştevanî kirin."

Girêbestên avakirina avahiyan li Qudsa Rojhilat di wî demî da pêk tên, ku li hefeteya borî razîbûn li ser avakirina 96 xaniyên nû çêbûye, ku dê li wargehên Qudsa Rojhilat li taxê Ramat Shlomo hên avakirin.

Avakirina xaniyên nû li taxê Ramat Shlomo li sala 2010 bibû sedema nakokiyên mezin di navbera Serok hikûmetê Îsraîlê Netanyahu û serokê berê yê Amerîka Barack Obama de, û paşî cîgirê serok Joe Biden.

Îsraîlê Qudsa Rojhilat di şerê 6 rojan de, li sala 1967ê girtbû, berî ku bike beşek ji dewleta Îsraîlê ku gelek welatan heta nihe dan pê nedaye û nas nekirîye.

XS
SM
MD
LG