Berpirsên Tenduristîyê yên kerta Xezayê îro Çarşemê ragihandin ku di du êrîşên cuda de yên Îsraîlê de herî kêm pênc Filîstînî hatine kuştin,
Wan got ku êrîşeke esmanî ya Îsraîlê li ser erebeyekê li bajarê Xezeyê, herî kêm çar kes hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.
Herwiha di êrîşeke din a berê de, ku li cihekî din ê bajêr birin ser malekê, jinek hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê derbarê herdu êrîşên ku hatine ragihandin de, ta amadekirina vê raportê ti daxuyanî nedane.
Îsraîl dibêje ku Hemas li dijî agirbesta Cotmeha sala 2025’an tevdigere, çekên nû kom dike û êrîşan pêk tîne.
Li gorî rayedarên tenduristîyê yên xwecihî, ji dema agirbestê ve herî kêm 1400 Filistînî li Xezayê hatine kuştin, û Îsraîl dibêje ku çar leşkerên wê hatine kuştin.